BI DÎMEN

Bi hezaran kes di Newroza Dîlokê de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kir

Li Dîlokê pîrozbahiya Newrozê bi hezaran kes anî ba hev. Di pîrozbahiyê de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derket pêş.

Pîrozbahî li navçeya Şehîd Kamîl a bajêr bi dirûşmeya “Rabe dema azadî û serketinê ye” hat organîze kirin.

Bi hezaran kesên ku ji saetên sibehê ve li Qada Otobusê ya Tûrê kom bûn, bi tevlîbûna hejmarek zêde ya jin û ciwanan rengek cuda da pîrozbahiya Newrozê.

Di pîrozbahiyê de ku cil û bergên neteweyî ên weke kiras-fîstan û şal-şepik bal kişand. Her wiha  flamayên bi rengên kesk, sor û zer li qadê hatin hildan. 

Li qadê pankrata ku li ser "Mizgîniya herî mezin azadiya gelan e" hatiye nivîsandin, hatin vekirin. 

Li qadê gelek caran dirûşmên ku daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin, hatin berzkirin.

Li ser navê Komîsyona amadekariya Newrozê Hevserokê DEM Partiyê yê Dîlokê Mehmet Satan axivî û bi silavkirina beşdarên pîrozbahiyê dest bi axaftina xwe kir û bal kişand ku Newroz sembola berxwedanê ye. 

Mehmet Satan, her wiha bal kişand ser salvegera Komkujiya Helepceyê û got, "Dawiya hemû dîktatoran mîna Saddam dibe."

Endamê PM’ê yê DEM Partî Mehmet Bozgeyîk jî diyar kir ku ew ê ku vîna gel desteser kirine wê di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de têk biçin.

Bozgeyîk, têkildarî krîza aborî jî axivî û got her ku diçe gel xizan dibin û destnîşan kir ku divê dawî li feraseta rantê bê anîn.

Di pîrozbahiyê de koma Babetna derket ser dikê û piştre jî Kasim Karataş ê ku 33 sal dîlgirtî bû û serbest hat berdan axaftinek kir. Karataş got, "Hevrêyên me yên li ber xwe didin we bi hestên şoreşgerî silav dikin. Bibin dengê wan. Hêviya wan hûn in. Hevrêyên me li ber xwe didin û wê li ber xwe bidin. Eger hûn xwedî li wan derkevin, ew ê bi ser bikevin. Pêwîste em bi ruhê yekîtiyê berxwedanê mezin bikin. Bi xurtkirina yekîtiya xwe re em dikarin xwedî li hevrêyên xwe yên li zindanê derkevin."

Parlamentera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan, peyamên Newrozê yên Abdullah Ocalan ên salên bihurî parve kir û got, "Li dijî tecrîdê em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Heta ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd pêk were em ê têbikoşin."

Di dawiya pîrozbahiyê de agirê Newrozê hate pêxistin û coşa li qadê hê zêdetir bû. Pîrozbahî bi gerandina govendê yên li ber stranên Kolektîfa Ritmên Azad bi dawî bû.