Di Newroza Şirnexê de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hate kirin

Di Newroza li Şirnexê ya ku bi hezaran kes tevlî bûyî de, daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.

ŞAHIYA NEWROZÊ

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Şirnexê bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” û bi tevlibûna deh hezaran kesan pîrozbahiya Newrozê li dar xist. Hevseroka DEM Partiyê ya Şirnexê Nûrcan Alturk di pîrozbahiyê de got ku tevî hemû zextan jî têkoşîn û berxwedana xwe didomînin û ev tişt anî ziman: “Li pêşiya me 31’ê Adarê heye. Me bilêta qeyûm birî. Em ê wan bişînin Enqereyê.” Hevserokê Bajar Abdullah Gungen jî anî ziman ku Newroz berxwedaneke li dijî Deheqan e û bi ruhê Newrozê ber bi hilbijartinan ve diçin. Gungen, got ku dê Botan qedera xwe bi vê hilbijartinê diyar bike û banga xwedîderketinê li her kesî kir.

Namzeta hevşaredariyê ya Şirnexê Bêrîvan Kutlu jî diyar kir ku Newroz têkoşîna li dijî Dehaqan e û wiha domand: “Dehaqên îro bi zilm û zordariyê hewl didin hebûna xwe bidomînin. Lê rêhevalên Haci Lokman Bîrlîk, Sêvê û Pakîzeyan biryara xwe daye. Dengê me namûsa me ye, îradeya me ye.”

Piştî axaftinên aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Rûkiye Işik Yildiz û Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, li qada Newrozê ya li navbera çiyayên Cûdî, Çirav û Gabarê agirê Newrozê hate vêxistin.

Piştre jî hunermend Kadîr Çat derket ser dikê û stranên xwe got. Bi deh hezaran kesên qad tije kirin bi yek dengî strana “Meskenê min çiya ne çiya” gotin.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk jî di pîrozbahiyê de axivî û got ku berxwedana Şirnexê di dîroka Kurdistanê de cihê xwe girtiye. Ozturk, wiha domand: “Di vê têkoşînê de bedelên herî giran xelkê Botanê da. Zîhniyeta faşîst, milîtarîst hewl dide bi rêya qeyûman îradeya gelê me bi darê zorê xesp bike. Serî li hemû hîleyan didin. Lê belê li keleha berxwedanê ev hîleye heta cihekî ne. Dê Botan di 31’ê Adarê de bersiva pêwîst bide van rûviyan. Hûn hatin vê qadê û we coşa xwe nîşan da. Dixwazin gelê kurd tune bikin lê em kurd xelas nabin. B sala ye pirsgirêka me bi vê pergalê re heye. Hûn zimanê me qebûl nakin. Xaka me qebûl nakin. Navê xaka me Kurdistan e.”

Bi domdarî Ozturk ev tişt anî ziman: “Zîhniyeta we ya qirêjî li dijî gelê kurd komkujî pêk anîn. Li Zîlanê, Dersimê, Roboskê û Helebçeyê komkujî hatin kirin û ev gel van komkujiyan ji bîr nake. Lê tevî van jî gelê kurd dest ji têkoşîna azadî û aştiyê berneda. Em ê bi ser kevin. Ji me re dibêjin bi awayekî bêrûmet bijîn, lê em qebûl nakin. Li dîroka me binêrin bê ka kî hatin û kî çûn. Zîhniyeta we ya qirêjî jî hat lê ew jî ji Kurdistanê biçe. Gelê kurd ne carekê bi hezaran caran nîşan da bê ka çareserî kî ye. We di sala 2015’an de bi birêz Ocalan re hevdîtin kirin û pêvajoyeke çareseriyê çêbû. Lê ev pêvajo bi kêrî vê zîhniyeta qirêjî nehat û mase ji hev belav kir. Tecrîda li ser birêz Ocalan giran kirin û şer domandin. Êrişên wan ên li çar parçeyên Kurdistanê didomin lê em ê van êrişan vala derxînin. Hûn çiqas zextê jî bikin vaye xelkê Şirnexê li vir e. Em tu caran xelas nebûn û dê xelas nebin jî. Heke hûn demokrasî û azadiyê bixwazin, wê demê ji hêla fîzîkî divê birêz Ocalana azad bibe. Dê têkoşîna me ya ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan bidome. Rêya me vekirî ye û rojên geş li pêşiya me ne. Em ê bi hev re vê ronahiyê li welêt belav bikin.”

Piştî axaftinan jî hunermend Şehrîbana Kurdî derket ser dikê û pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.