BI DÎMEN

TAJÊ: dixwazin senaryoya Efrînê li ser Şengalê jî pêk bînin!

TAJÊ dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê bi tundî şermezar kir û got, “Dixwazin plana li Efrînê li ser Şengalê jî pêk bînin. Em ê li dijî her cure êrîş li ber xwe bidin.”

DAXUYANIYA TAJÊ

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi wesîleya salvegera 6’an a dagirkirina Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ve daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniya ku ji aliyê Endama Koordînasyona TAJÊ Ehram Îsmaîl ve hate xwendin de hemû cangoriyên azadiyê hatin bi bîranîn û dagirkeriya dewleta Tirk bi tundî hat şermezar kirin.

Di daxuyaniya TAJÊ de ev tişt hatin gotin:

Planên ku li dijî Efrînê hatî pêk anîn, niha dixwazin li ser Şengalê jî pêk bînin. Em ti biryarek ji derve li ser xwe qebûl nakin. Tenê yên Şengalê parastine dikarin biryarê li ser Şengalê bidin. Her kî bixwaze axa me dagir bike, em ê li ber rabin.

Divê Iraq jî nekeve xefka dewleta Tirk a dagirker. 5 sal li ser dagirkirina Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê re derbas dibe. Di nava salan de bi sedan welatiyên Efrînê hatin revandin, qetilkirin û destdirêjî li jinan hate kirin. Her wiha rojane demografiya Efrînê tê guhertin û li cihê wan malbatên çeteyan tên bicîhkirin. Li gel guhertina demografiya Efrînê jîngeha wê tê qirkirin û destdirêjî li pîroziyên gelên li Efrînê dijîn tê kirin. Yek ji qurbaniyê êrîşên dagirkeriyê jî Êzidiyên Efrînê bûn. Êzidî li Şengalê ji aliyê DAÎŞ û PDK’ê ve, li Efrînê jî ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatin koçberkirin û di fermanê re derbasbûn.

Êrîşên li dijî Efrînê êrîşên tirsonek û na merdane bûn. Em weke gelê Şengalê berxwedana Efrîniyan ji dil û can silav dikin. Îro dewleta Tirk dixwaze li Iraqê jî vê plana dagirkeriyê li ser Şengalê pêk bîne. Hewl dide vê yekê jî bi hevkariya bi Iraqê re pêk bîne. Em bang li hikûmeta Iraqê dikin ku nekeve xefka dewleta Tirk a dagirker.

Divê ji bo çareseriya her pirsgirêkek ewlekariyê YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzidxanê esas werin girtin. Lê her kî bixwaze axa me dagir bike, em ê li dijî wan derkevin.”

Daxuyaniya TAJÊ bi berzkirina dirûşmeya, “Bijî Berxwedana Efrînê” bi dawî bû.