YPG: Têkoşîna me wê heta rizgarkirina Efrînê dewam bike

Fermandariya YPG'ê dstnîşan kir ku heta Efrîn û hemû herêmên hatine dagirkirin bê rizgarkirin wê têkoşîna wan dewam bike.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi boneya salvegera şeşemîn a dagirkirina Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.  Di daxuyaniyê de tevahî şehîdên Berxwedana Serdemê hatin bibîranîn û hate gotin: "Em ê di şopa wan de şerê azadiyê mezintir bikin."

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di sed salên borî de gelê Kurd bi tevahî di nav lepên qirkirinek fîzîkî û çandî ya xedar de hatiye girtin û ev pergala mêtingeriyê ji aliyê hêzên navneteweyî ve hatiye pesendkirin.

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di destpêka sedsala 20’an de, pergala qirkirinê ya kurewî war û hebûna Kurdan di nav dewletên herêmê de belav kiriye û dewleta Tirk a dagirker weke nobedarê domandina vê pergalê hatiye erkdarkirin. Bal hat kişandin ku hemû destkeftiyên gelê Kurd her tim bûne hedefa vê pergalê û êrîşkirina li ser bajarê Efrînê jî gaveke nû ya vê pergalê bû ku gelê Kurd nikaribe bi hebûn û îradeya xwe li ser axa xwe azad bijî.

Hat diyarkirin ku dewleta dagirker a Tirk di sala 2018’an de bi teknolojiya şer a herî pêşketî, bi piştevaniya hêzên navneteweyî û bi bikaranîna komikên çete 58 rojan êrîşeke berfireh biriye ser Efrînê û hat gotin: “Aşkere ye ku êrîşa li ser Efrînê bi pesendkirina hêzên emperyal ên ku li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyiyê xwedî bandor in pêk hat.”

Di daxuyaniyê de Berxwedana Serdemê ya Efrînê hat bibîr xistin û  têkildarî berxwedanê ev xal hatin rêzkirin: “Pêvajo û bûyerek bêhempa bû ku di dîrokê de mînaka wê nehatibû dîtin. Fedakarî û berxwedêriya gelê me û hêzên me ya li Efrînê, herêm ji dewleta dagirker re teng kir û careke din îspat kir ku li hemberî her cûre êrişkariyê, gelê me dikare bi hêza xwe ya cewherî xwe biparêze. Di heyama wan 2 mehan de bi sedan rêhevalên me û gelê Efrînê, bi derfetên pir kêm tevlî berxwedanê bûn û bi pêşengiya lehengên wekî Avesta Xabûr, Îlan Dara, Artêş Hakkarî û Fermandar Karker Êrîş, bi sedan hevrêyên me bi ruhekî fedaiyane şer kirin û şehîd bûn.”

Pêkanînên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê di 6 salan de pêk anîne jî di daxuyaniyê de cih girtin û li ser van xalan hat rawestîn: “Di 6 salên borî de li Efrînê demografî hat guhertin, Kurd hatin koçberkirin, mafên mirovan ên ku bi yasa û peymanên navnetewî hatine parastin û dewleta Tirk jî aliyek ji wan hevpeymanan e, tên binpêkirin; Kurdên li Efrînê ji mafê xwe yê azadî û jiyanek bi rûmet bêpar têne hiştin. Efrîn ji Kurdan tê paqijkirin û bi vî awayî tê armanckirin ku nasnmameya herêmê bê guhertin. Bi vê armancê Kurdên ku dixwazin vegerin Efrînê jî rastî zext û êrişên çeteyên dewleta dagirker tên.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dagirkeriya li Efrînê sûcek li dijî mirovahî û hiqûqa navneteweyî ye, wê dijî têkoşîn bê mezinkirin û wiha hat gotin:  “Em weke YPG’ê carek din destnîşan dikin ku heya azadkirina axa Efrînê û hemû herêmên xwe yên dagirkirî em ê têkoşîna xwe bidomînin. Bi vê boneyê em hemû hevrêyên xwe yên ku di berxwedana Serdemê ya Efrînê de şehîd bûne bi hurmet bibîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê di şopa wan de şerê azadiyê mezintir bikin."