Ji Gultan Kişanak peyama Newrozê: Yên li ber xwe didin wê bi ser bikevin

Gultan Kişanak ji bo Newroza Amedê peyam şand û got, “Newroz bihara mazlûman û bindestan e û zivistana zaliman û zordaran e. Jiyan her tim ji bo bigihe xwebûna xwe li ber xwe dide û bi ser dikeve. Vê carê jî wê bi vî rengî be.”

Cejna Newrozê ya li Amedê bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” tê pîrozkirin bi hemû coşa xwe didome. Di pîrozbahiyên Newrozê yên biheybet de peyama Gultan Kişanakê ya dema hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê bû hate girtin û niha jî namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Enqereyê ye hate xwendin. 

Peyama Gultan Kişanak wiha ye:

“Silav ji kesên li dora agirê Newrozê hatine bahev re…
Silav ji kesên li dijî zilmê li ber xwe didin re…
Silav ji kesên êvîndarên azadiyê re…
Silav ji kesên ku meşaleya Newrozê vediguhêzin çar aliyan…
Newroz, mîrateyeke dîrokî ku gelan di govenda azadî û aştiyê de tîne bahev e.
Ey dîrok, bi hêvî be! Mîrateya te di destên baş de ye. 

Newroz ji bo Kurdan xwedî wateyeke taybet e lê Newroz cejneke hevpar a hemû gelên Rojhilata Navîn û gelên Qefqasyayê ye û di vê wateyê de gelekî girîng e.

Heke em bikarin cejnên xwe bikin yek, em dikarin di êşên xwe û çareseriyên xwe de jî bibin yek. 

Newroz mizgîniya biharê ye. Agirê Newrozê cejneke ku hemû serma û zivistanê li pey xwe dihêle û hêviyên nû yên germ di dilê herkesi de vedihewîne. Ji bo hemû gelan wiha ye.

Newroz mizgîniya biharê û veguherînê ye. Dema Newroz hat zivistan li paş dimîne, em ji germahiya Newrozê û bihara rengîn re deriyên xwe vedikin. Ji ber vê yekê Newroz bihara mazlûman û bindestan e û zivistana zaliman û zordaran e. Ji ber ku di bingeha Newrozê de azadî heye, zext, zilm, dîl girtin îcada serdestan e. Jiyan her tim ji bo bigihe xwebûna xwe li ber xwe dide û serdikeve. Dê vê carê jî wiha be, jiyan dê ser bikeve, azad bibe û Newroz dê qezenc bike.

Niha dem dema Newrozê ye, dem dema bidestxistina jiyan û azadiyê ye!

Em li vir bûn, em li vir in û em ê her dem li vir bin.”