BI DÎMEN

Gerîla TV dîmenê 4 SÎHA'yên din weşand

Gerîla TV dîmenê 4 balafirên din ên bêmirov û bombebarkirî yên dewleta Tirk a dagirker weşand, ku hatin xistin.

Gerîla TV dîmenê balafirên bêmirov û bombebarkirî yên bi tîpa Akinci, Bayraktar TB2 û ANKA weşand ku di demên cuda de li Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê ev agahî dabû:

"Tevî hemû hewldanên dijmin ên ji bo tecrîdkirina gelê me li qada navneteweyî, gelê Kurd sîstema fuze ya ji bo vî şerî pêwîst peyda kir û gihîşt wê astê ku dewleta Tirk bixe nava hevsengiyekê. Dewlet û artêşa Tirk gelekî baweriya xwe bi SÎHA'yan tîne, li her deverê propagandaya wê dike, xwe dispêre wê û hewl dide hevsengiya şer biguherîne û li Kurdistanê her roj bi sûîqestan komkujiyan dike. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bûn xwedî wê derfetê ku SÎHA'yan bêbandor bikin. Ji 13'ê Sibata 2023'an û vir ve hêzên me 15 SÎHA'yên bi cûreyên cuda anîn xwarê."