BI DÎMEN

'Newroz li dijî dagirkeriyê agirê berxwedanê ye'

Gerîlayên YJA Starê Sîdar Baran û Hedar Rûbar Newroza gelên Kurdistanê û gelên Rojhilata Navîn pîroz kirin û gotin, Newroz li dijî dagirkeriyê agirê berxwedanê ye.

Gerîlayên YJA Starê Sîdar Baran û Hedar Rûbar derbarê girîngiya Newrozê de ji ANF’ê re axivîn.

Gerîlaya YJA Starê Sîdar Baran, diyar kir ku meha Adarê bi coşa 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê re destpê kiriye û got ku têkoşîna jinan ji dîrokê heta roja me ya îro berdewam dike. Baran, da zanîn ku têkoşîna azadiya jinê îro bi pêşengiya jinên Kurd tê meşandin û wiha got, “Di serî de em 8'ê Adarê Roja Jinan û Cejna Newrozê li hemû jinan pîroz dikin. Em Newroza mîmarê xeta jina azad Rêber Apo û hemû hevrêyên xwe yên girtî yên li zindanê pîroz dikin. Wateya Newrozê ji bo me, ji bo civaka me, ji bo Rojhilata Navîn û Kurdistanê nûbûn e, hatina biharê ye û têkoşîna gelên bindest e. Ji ber vê yekê, Newroz cejna jin û gelan e. Her wiha Newroz vîna Mazlûm Dogan û Sema Yuce ye. Li ser vê bingehê em careke din cejna Newrozê li dayikên me yên di greva birçîbûnê de ne, li gelê me û hemû gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin.

Dîsa di dawiya Adarê de li Tirkiye û Bakur hilbijartinên xwecihî hene. Desthilatdariya AKP-MHP'ê ev demeke dirêj e li dijî gelê me polîtîkaya komkujî û qirkirinê dimeşîne û xwezaya Kurdistanê talan dike. Dîsa îradeya gelê me xesp kir û qeyûm tayînî şaredariyan kirin. Li hemû bajar û bajarokan gelê me rastiya qeyûm dît. Coşa hilbijartinê ya gelê me, me gelekî kêfxweş dike. Bê guman gelê me wê di van hilbijartinan de qeyûmên dagirker ji Kurdistanê bavêjin. Gelê me ti carî qeyûmê ku vîna wan xesp kiriye, qebûl nekiriye. Ji ber vê yekê , ez di wê baweriyê de me ku; Ji Serhed heta Rihayê, ji Amed heta Dersim û Botanê wê li her bajar û gundekî her kes faşîzma AKP-MHP'ê li Kurdistanê têk bibe. Divê gelê Botan, Amed, Dersim, Çewlîg, Riha û Mêrdînê pêşengên xwe ji bîr neke, divê her dayik û her malbateke zarokên xwe di vê têkoşînê de winda kiriye, careke din nasnameya xwe, vîna xwe biparêze û dirûşma ku ‘PKK’ê gel gel li vir e’, biparêze. Divê her kes dengê xwe bide xwe. Xwedîderketina li vîna xwe tê wateya bêbandorkirina tecrîdê û têkbirina mêtîngerane.

Mesele ne tenê bidestxistina şaredariyan e, mesele li hemberî dagirkeran nîşandana vînê ye. Erdogan her roj dibêje kes nemaye, wî PKK qedandiye lê berxwedana gerîla ya li çiyayên Kurdistanê didome. Divê ev têkoşîn tenê bi gerîla re sînordar nemîne, çi ji destê kê/kî tê divê bike. Di vê pêvajoyê de divê her kes vîna xwe nîşan bide û dengê xwe bide xwe. Li ser vê bingehê ez careke din Newroza gelê me, dayikan û hemû hevrêyên me pîroz dikim. Ev Newroz wê bibe Newroza ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo lê were misogerkirin."

‘GELÊ KURD DÊ XWEDÎ LI VÎNA XWE DERKEVE’

Gerîlaya YJA Starê Hedar Rûbar, anî ziman ku her meh û her roj ji bo wan di nava berxwedanê de derbas dibe, komkujiyên di meha Adarê de yên li dijî gelê Kurd bi bîr xist û wiha got, "Beriya her tiştî ez şehîdên me yên di Komkujiya Helepceyê de jiyana xwe ji dest dane û şehîdên meha Adarê di şexsê hevrê Mazlûm Dogan de bi rêzdarî bibîr tînim û bejna xwe li ber bîranînên wan ditewînim.

Di 8'ê Adarê de hemû jinan bi rengê xwe qad xemilandin. Ez bawerim ku gelê me bi taybetî jî jin wê qadên Newrozê bi reng, deng û hebûna xwe dagirin û agirê Newrozê vêxin. Agirê azadiyê li dijî zilmê û dagirkeriyê weke agirê berxwedanê hate vêxistin. Di şexsê hevrê Mazlûm Dogan de ew agir careke din li zîndana Amedê hat hilkirin. Îro jî meşaleya azadiyê li her qadê di destê gelê me de bi awayekî hê bi îrade û bawertir bilind dibe.

Di 31'ê Adarê de wê li Tirkiye û Bakur hilbijartin pêk were. Em dizanin ku; Gelê me wê bi çûyîna ser sindoqan re vîna xwe nîşan bide. Desthilatdariya AKP’ê her çendî bi qeyûman hewl bide vîna gel xesp bike jî, gelê Kurd ê berxwedêr ti carî li ber zilmê stûyê xwe xwar nekir û teslîm nebû. Di vê hilbijartinê de gelê me wê vîna xwe biparêze û faşîzmê careke din têk bibe."