BI DÎMEN

Li Rojhilatê Kurdistanê agirê Newrozê geş bû

Li gelek gund û herêmên Rojhilatê Kurdistanê bi beşdariya welatiyan agirê Newrozê hatin dadan. Welatiyan heta derengiya şevê li ber agirê Newrozê govend gerandin.

NEWROZA ROJHILATÊ KURDISTANÊ

Pîrozbahiyên Newrozê tevî barana zêde û zextên dewleta Îranê li bajar, navçe û gundên Rojhilatê Kurdistanê didome. Li gundê Qemterê ya bajarê Mihabadê, gundê Mêmandar a Neqede, gundê Hesen Nûran a Şino, herêma Serçinar a Bokanê welatî li qadên Newrozê kombûn û agirê Newrozê dadan.

Welatiyan piştî agir vêxistin heta derengiya şevê li ber stranên Newrozê li dora agir govend gerandin.