BI DÎMEN

Zêdeyî milyonek mirov li Amedê li Newrozê ne: Azadî ji Abdullah Ocalan re!

Di Newroza Amedê de ku zêdeyî milyonek mirov li hev civiyan, di axaftinan de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.

NEWROZA FÎNALÊ

Li Parka Newrozê ya li navçeya Rezan a Amedê pîrozbahiya Newrozê bi dirûşma 'Rabe, dema azadî û serketinê ye' dewam dike. Li qada bi coş, agirê Newrozê hate dadan. Gelek kesan kincên li ser xwe avêtin cihê meşaleyê û agirê Newrozê geş kirin.

Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Aynûr Sarica li pîrozbahiyê axivî û got, "Ev Newroz wê bibe wesîleya azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan."

Aynûr Sarica her wiha işaret bi hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê kir û got, "Em ê qeyûman ji Kurdistanê bişînin. Bi sîstema hevserokatiyê em ê bi ser bikevin. Jin, Jiyan, Azadî."

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk jî got, "Di vê Newrozê de em ê 3 tiştan bibêjin û axaftina xwe biqedînin. Ji bo azadiyê 3 tişt lazim in. Divê ew bi cih bêne anîn. Ji bo Kurdistana Azad û gelê Kurd divê yekîtiya neteweyî pêk were. Ji bo Rojhilata Navîn a Demokratîk û cîhaneke demokratîk em dixwazin pirsgirêka Kurd bê çareserkirin. Herî dawî jî ji bo azadiya gelê Kurd û gelan em dixwazin azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan misoger bibe. Jİ bo vê jî em dibêjin azadî, azadî, azadî."

Di pîrozbahiyê de ji girtiyên ku 116 roj in ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd di greva birçîbûnê de ne peyamek hate xwendin.

Di peyama girtiyan de hate ragihandin ku ew baawer dikin wê tecrîd bi dawî bibe, Rêberê Gelê Kurd azad bibe û bi mizgîniya biharê Newroz li her kesî hate pîrozkirin.

Hunermened Xezal Mistefa piştre derkete ser dikê û hunera xwe pêşkêş kir.

Endamên DEM-GENÇ'ê jî bi pankarta bi nivîsa "Me bi ciwantî destpê kir, em ê bi ciwantî bi ser bikevin" derbasî nava qadê bûn.

Ji namzetên DEM Partiyê yên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak Newroz li jin ên girtî pîroz kir û diyar kir ku wê Amedê di 31'ê Adarê de ji qeyûman rizgar bikin. Serra Bûcak got, "Ev Newroz bila bibe wesîle ji yekîtiya neteweyî ya Kurdan re. Bila bibe wesîleya çareseriyeke mayinde."

Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatûn jî diyar kir ku di 31'ê Adarê de wê bersiveke welê bidin dagirkeran ku careke din wê newêribin îradeya wan desteser bike.

Newroza Amedê ya bi heybet bi axaftinan û muzîkê dewam dike.

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêman a Demokratî (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî bi Kirmanckî axivî û Newroz li gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir.

Di pîrozbahiya bi heybet a Newroza Amedê de hunermend Faraj Alîpoûr jî hunera xwe pêşkêş kir.

Tevî ku zêdeyî milyonek mirov ketine qada Newrozê, hîn jî bi hezaran kes li ber nuqteyên kontrolê ne û li benda derbasbûna nava qadê ne.

Ji qada Newrozê dirûşma "Bijî Serok Apo" bilind dibe.