Ji Newroza Qendîlê bang li partiyên Kurd hate kirin: Firsenda dîrokî ji dest nedin!

Di pîrozbahiya Newrozê de ya li Qendîlê ku bi hezaran kes li hev kom bûn, Tevgera Azadî banga diyalogê li hemû rêxistin û partiyên Kurd kir.

Di pîrozbahiyê de hevseroka Giştî ya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistan (Tevgera Azadî) Tara Hisên peyama Tevgera Azadî xwend.

Di peyamê de tê gotin; “Em weke Tevgera Azadî di vê cejna Newrozê de bang li hemû gelê xwe, hêz û aliyên siyasî dikin, ji bo diyalog û çareserkirina hemû pirsgirêkan bêne rex hev û ji bo xwe berjewendiyên netewî bingeh bigirin. Em hemu nakokiyan bidin aliyekê, ji ber ku ji bo gelê me rojek dîrokî heye, divê hemû hêz hewl bidin ku ev derfet ji dest neçe û nekevin xizmeta projeya dagirkeriya Kurdistanê. Êdî bi destkeftiyên hizbî û malbatî ve mijûl nebin.

Em bang li hemû gelên herêmê dikin, bê cûdahî bi têkoşînek demokratîk û dûrî zihniyeta netewperestiyê vê qeyrana ji ber hêzên destilatxwaz û nijadperest, derbas bikin.”