Ji gerîla operasyoneke din a şoreşgerî: 41 dagirker hatin cezakirin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Zapê di 19'ê Adarê de Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Ciwan-Şehîd Andok lidar xistin. Di encamê de 41 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.

OPERASYONA ŞOREŞGERÎ

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser operasyona şoreşgerî ev agahî parve kir:

"Meşa serketinê ya pêngavî ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bênavber dewam dike. Gerîlayên me cejna vejîn û berxwedanê Newrozê bi ruhê Kawayê Hemdem hevrê Mazlûm Dogan pêşwazî dikin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku bi serketinên mezin ên hewayî Newroza 2024'an diyarî gelê Kurd kirin, ji bejahî ve jî 19'ê Adara 2024'an bi operasyona şoreşgerî derbeke giran li artêşa Tirk a dagirker xistin û bi vî rengî Cejna Newrozê ya gelê me yê welatparêz pîroz kirin.

TAKTÎK Û TEKNÎKEKE TAYBET HATE BIKARANÎN

Li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, li dijî 3 baregehên artêşa Tirk a dagirker roja 19'ê Adarê saet di 09:25'an de Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Ciwan-Şehîd Andok hate lidarxistin. Operasyona şoreşgerî bi taktîk û teknîkeke taybet bi înîsiyatîfa hêzên me destpê kir û destpêkê li dagirkerên li qada Şehîd Cemre hate xistin. Di vê derba giran de 2 konteynir, konek, çeperek hatin îmhakirin, 15 dagirker hatin cezakirin, 9 dagirker jî birîndar bûn. Piştî vê lêdanê derbên bi bandor li dagirkerên li qada Şehîd Cemre hate xistin. Di derbên baskê operasyona şoreşgerî de 2 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû, 2 çeper û çekek bombeavêj a bi zincîr hatin îmhakirin.

JI 4 BASKAN VE DERBÊN XURT HATE LÊXISTIN

Li qada Şehîd Cesûr ji 4 baskan ve derbên xurt li dagirkeran hate xistin. Li vê derê bi giştî 24 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû. Hêza operasyona şoreşgerî çû ser 7 cenazeyên dagirkeran û dest danîn ser bombeavêjeke B7, çekeke nîv otomatîk, zincîr û 150 fîşekên wê, dûrbîneke rojê, amûreke destnîşankirinê, sîstemeke deng, lepikek, 2 bateryayên termal, adaptorek û 2 kamerayan. Hêzên me yên gerîla yên profesyonel ku dest danîn ser çeka bombeavêj a B7, çeka dagirkeran li hemberî dagirkeran bi kar anîn. Bi roketa B7 li panzereke dagirkeran hate xistin.

Bi çekên ferdî û nîv otomatîk li dagirkerên li qada Şehîd Pîrdogan hate xistin. Di encamê de kamerayeke mobesse û 3 projektor hatin îmhakirin.

Hêza operasyona şoreşgerî derbên xurt li wan dagirkrean xist ku bixwestin bi wesayitên zirxî dest li qada çalakiyê werdin. Wesayitên zirxî yên derb xwarin neçar man xwe vekişînin.

41 LEŞKERÊN TIRK ÊN DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN

Di Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Ciwan-Şehîd Andok de bi giştî 41 dagirker hatin cezakirin, 11 dagirker jî birîndar bûn. Ji ser dagirkeran ser 7 cenazeyên dagirkeran û dest danîn ser bombeavêjeke B7, çekeke nîv otomatîk, zincîr û 150 fîşekên wê, dûrbîneke rojê, amûreke destnîşankirinê, sîstemeke deng, lepikek, 2 bateryayên termal, adaptorek û 2 kamera hatin rakirin. Bombeavêjeke bi zincîr, çekeke ferdî ya MPT-55, 7 kamera, 12 kamerayên mobesse, 8 projektor, 7 çeper, 3 konteynir, 2 kon û radarek hatin îmahkirin.

Hevrêyên me Ekîn û Canşêr ku di vê operasyona şoreşgerî de bi ruhê Newrozê bi ser dijmin ve meşiyan û bi lehengî şer kirin, şehîd bûn. Agahiyên berfireh ên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wê piştre bi gelê me yê welatparêz û raya giştî re bêne parvekirin."