BI DÎMEN

Ahmet Turk çû Cizîra ku karesata lehiyê lê qewimiye

Namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Mêrdînê yê DEM Partiyê Ahmet Turk, çû serdana malbatên ku li navçeya Cizîra Botan di bin avê de mane.

Şandeya DEM Partiyê ku di nav de namzedê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Mêrdînê DEM Partiyê Ahmet Turk û parlamentera Şirnexê Newroz Uysal jî hebû çûn navçeya Cizîrê ya Şirnexê ya ku ji ber binesaziya wê qels bû lehî lê rabû. Şande bi malbatên mexdûr re hevdîtin kir.

Ahmet Turk û endamên DEM Partiyê hatin Kolana Koprulu ya taxa Nûr û malbatên ku malên ji ber lehiyê zirar dîtine ziyaret kirin. 

Ahmet Turk çû mala kesên bi navê Ahmet û Emîn Ermagan ên di lehiyê de birîndar bûn. Ahmet Turk bi ferdên malbatê re hat cem hev, şîfa xêrê xwest û paşê çû serdana esnafan.