BI DÎMEN

Bayik: PKK paşeroja gelê Kurd e!

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik peyameke bi dîmen ji Newroza Qendîlê re şand û bang li xelkê Başûrê Kurdistanê kir ku li gel PKK'ê cih bigire.

NEWROZA QENDÎLÊ

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik peyamek bi dîmen ji Newroza Qendîlê re şand û got; “Dewleta Tirk li ser mala Barzaniyan li Başûr qirkirinê pêşdixe û gelê me vê yekê her roj dibîne. NATO alîkariya Tirkiyeyê kir, lê têr nekir, mala Barzanî alîkara da têr nekir, ji bo vê jî niha bi Iraqê re hinek planan dimeşînin û li ser hinek xalan tifaqê dikin, li dijî vê jî gerîlayên PKK’ê rawestiyane. Meşa me meşa azadiyê ye, meşa ruhê Newrozê ye, divê gelê meyê Başûr li rexa gerîla cih bigire.”

Bi hezaran kes ku ji bo pîrozkirina cejna Newroza Azadiyê berê xwe dane Binarê Qendîlê, di van kêliyan de cejna Newrozê bi coşek mezin pîroz dikin. Pîrozbahiya cejna Newrozê bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan destpê kir.

Di pîrozbahiyê de destpêkê peyama bi dîmen ya Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ya jibo Newroza Qendîlê hate guhdarkirin.

Peyama Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik wiha ye:

“Gelê Newrozê, ez Newroza we ya azad pîroz dikim, Newroz ketiye meha Remezanê, meha Remezanê jî mehek pîroze, bi vê boneyê ez vê mehê li hemû gelê Kurd, alema îslam û misilmanan pîroz dikim. Rêber Apo bingeha PKK’ê di Newrozê avêt, ji ber ku Rêber Apo dîrok û rastiya gelê Kurd ji bo xwe bingeh digirt. Rêber Apo li ser ruhê Newrozê heya îro ji bo gelê Kurd, ji bo mirovahiyê têkoşîna azadî û demokrasiyê pêşxist. Rêber Apo ji bo Gelê Kurd û mirovahiyê hertişê xwe da, bi vê boneyê ez cejna Rêber Apo pîroz dikim, divê ev cejna Newrozê bibe wesîleya azadiya fizikî ya Rêber Apo. Ez cejna Newrozê ya gelê meyê her çar parçeyên Kurdistanê, dervey welat jiyan dikin, dostên Kurdan, hevalên di zindanan de têkoşîna azadiyê dimeşînin, gerîlayên ku têkoşîna azadiyê dimeşînin pîroz dikim.

Di têkoşîna PKK’ê de gelek hevalên ji Başûrê Kurdistanê şehîd ketin, niha jî bi dehan gerîla di nav têkoşîna azadiyê dene. Ez di şexsê şehîd, Sadiq Emer, Elî Şeban, Rauf Akreyî, Hiseyîn Surçî, Cotkar, Dr. Sîrwan, hevalê Helmet, Viyan Soran, Destîna, Şoreş, Germiyan, Helmet Dêrelok, dîsa şehîdên Garê, welatparêz Seîd Silêman, Dr. Sabrî, dîsa şehîdên li Şengal û Rojava çêbûn de, hemû şehîdên Kurdistanê bi bîrtînim. Carek din soza me ji bo şehîdan dayî, dubare dikim.

Meha Adarê ji bo Gelê Kurdistanê mehek girînge, divê mehê de komkujiya Helebce, li Rojava komkujiya Efrîn û Qamişlo, li Bakur komkujiya Gazî çêbû. Ji bo wê jî ev meh ji bo Gelê Kurd girînge, dîsan divê mehê de li Başûrê Kurdistanê, gelê meyê qehreman dijî rejîma Sedam Hisên Raperîn pêşxist û di raperînê de jî gihiştin encamê, Sedam Hisên ji Kurdistanê derxistin. Li Dêkarê dibin pêşengiya Sadiq Omer û Loqman de ku endamên navendî ên PKK’ê bûn, raperîn hate pêşxistin. Di heman demê de li Ranya jî Raperîn pêşket, ev raperîn bi encam bû. Bi vê boneyê ez Gelê Başûr ê ku bi ruhê Newrozê berxwedayî û encamgirtî pîroz dikim.

Gelê meyê başûr gelek welatparêze, bi salan têkoşiya û bedelên mezin dan. Ew welatparêziya ku gelê me pêşxistî bû mînakek û Gelê Kurd ji vê sud wergirt, ji ber ku di wexta Osmaniyan de li dijî Osmaniyan yekemîn car li Silêmaniyê, raperînek pêşket. Ji vê dîrokê heya îro gelê me li hemû beşan têkoşîna azadiyê dimeşîne. Çiqas bedel jî dabe, dev ji azadiya xwe bernedaye, tu caran li pêş dagirkeran, qirkeran serê xwe netewandiye û hertim bi rumet jiyan kiriye. Di dîrokê de kes weke Gelê Kurd dûr û dirêj ji bo azadiyê li ber xwedayî û bedel dayî nîne. Ev rastiya gelê Kurd dide diyarkirin, gelê Kurd tu caran koletî, bindestî û tinebûnê qebûl nake. Ji bo jiyankirinek azad israr dike.

Gelê me yê Qendîl ji bo hemû Kurdan, taybet ji bo gelê meyê Başûr mînake. Qendîl cihê têkoşîna azadî û demokrasiyê ye, Qendîl ji bo gelê me şerefeke, şerefek bi rumete. Qendîl dirokeke, dîrokek bi rumete û dîrokek ji bo gelê Kurd mînake. Qendîl ji bo gelê me, gelek xizmetên şoreşên Kurdistanê kir, Mam Celal, Noşîrwan Mistefa û Abdurehman Qasimlo li Qendîlê têkoşîna azadiyê pêşxistin. Îro PKK ev dîroka bi rumet temsîl dike, navê Rêber Apo, navê PKK’ê ew berxwedana dîrokiye.

Niha faşîstên Tirk dixwazin li Başûrê Kurdistanê qirkirinek pêşbixin, ji bo vê jî Başûr dagir dikin. Wek tê zanîn li Başûr zêdetirî 50 hezar leşkerên Tirk hatine bicihkirin, bi dehan cihên wan hatine çêkirin, dewleta Tirk bivê yekê dixwaze Başûr bi temamî bi dest bixe. Dixwaze gelê meyê Başûr bike kole, destkeftiyên gelê me ji dest wan bigire û tine bike. Armanca sereke ya dewleta Tirk eve.

Dewleta Tirk ji mala Barzaniyan sud wergidire, li ser mala Barzaniyan li Başûr qirkirinê pêşdixe û gelê me vê yekê her roj dibîne. Li dijî vê jî gerîlayên PKK’ê rawestiyane, di destê gerîla de îmkanek zêde nîne, lê îmkanên dewleta Tirk û Barzaniyan gelek heye. Gerîlayên PKK’ê ji bo gelê Kurd, Kurdistan û azadiya gelê Kurd jiyana xwe didin. Xwediyê fikir û armance, bi vê jî li dijî dagirkerî û xayînan radiweste û nahêle dagirker planên xwe li Başûr pêkbînin. Gerîla ji bo wan astengiyek mezin çêdikin, di nava bê îmkaniyê de destanan dinivîsin ku li dinyayê jî mînakên wê nîne.

Bi rastî jî gerîla derbên mezin li dagirkeran dixin, dagirkeran dihejînin, ji bo vê dewleta dagirker hemu çekan dijî gerîla kartînin, tank, balafirên şer û bê mirov, top, kimya, bombeyên nûklûerî, hemu çekan bi hevre kartîne. Di vî şerî de bi taybet bi çekên kîmyawî, hinek hevlên me jî şehîd ketin, ev şehîd hatin îlankirin û gelê me vê dizane.

Gelê me yê Başûr baş dizane çekên kîmyawî çine, ji ber ku li Helebce vê jiyan kir. Bi hezaran şehîd û birîndar dan, lê ti caran serê xwe netewand. Hê jî bandora kîmyaya li Helebce li ser gelê me dewam dike, ji bo vê jî pêwîste gelê me yê Başûr dijî çekên kîmyawî li gel gerîla cih bigire û alîkariyê bide. Ger ev çêbû wê gerîla hîn zêdetir têkoşînê mezin bike û derbên giran li faşîstên Tirk bidin.

Gerîla ji bo gelê me jiyanê xweşik dike, jiyanê pêşdixe û serdixe. Weke hun dizanin gerîla li Enqerê çalakiyek kir, piştre li Zapê çalakî pêşxistin, bi van çalakiyane jî dewleta Tirk hejandin. Ji ber ku digotin me pişta PKK’ê şikandiye û PKK nikare tiştek bike. Lê dema ku li ser vê siyasetê dimeşandin, bi van çalakiyên gerîla derewên wan derketin holê, ji bo vê jî hejiyan û xwestin tola xwe hilînin. Herî zêde jî Rojavayê Kurdistanê kirin hedef, hemû cihên jiyanî bi balafiran bombekirin û xirabkirin.

Ji ber ku dewleta Tirk ne tenê dijminê PKK’ê ye dijminê hemû Kurdane, dijminê Kurdê ku azadiyê dixwazeye, ji bo vê jî li kuderê Kurdek azadiyê bixwaze û têbikoşe, dike hedef. Dibêje lazime Kurd nebin, azad nebin û ji holê rabin. Ji ber vê jî êrişî Gelê Kurd, Rêber Apo û PKK’ê dike. Ji ber ku PKK rumeta nasnameya pêşeroja Gelê Kurde.

Dagirkeriya Tirk dixwaze qirkirina Kurdan temam bike, ji bo vê jî li ser Rêber Apo û PKK’ê siyaseta tecrîd, zext, zilm û kuştinê dimeşîne. Ev çi dide diyarkirin, ji ber ku Rêber Apo û PKK girêdayî gelê Kurdistan û azadiya Kurdistanê ye, PKK dixwaze qirkirina ser gelê Kurd vale derbixe, bi vê cesaretê têdikoşe. Ji bo vê jî dewleta Tirk dijî Rêber Apo û PKK’ê siyasetek gemar dimeşîne.

NATO alîkariya Tirkiyeyê kir, lê têr nekir, mala Barzanî alîkara da têr nekir, ji bo vê jî niha bi Iraqê re hinek planan dimeşînin û li ser hinek xalan tifaqê dikin. Dewleta Tirk ji bo vê jî zextê li Iraqê dike, zextên ku dewleta Tirk û mala Barzanî li Iraqê dike, hinek encam dide hinek jî nade. Ev jî dide diyarkirin ku wê dema pêş de, şerek mezin bê jiyankirin. Ev yek jî mezinahiya hêza PKK’ê dide diyarkirin ku PKK çiqas aşiqê Kurdistan, gelê Kurdistan, azadî û mirovahiyê ye. Ji bo vê jî hêza xwe didin hev da ku derbek li PKK’ê bidin û qirkirina Kurdan li hemû Kurdistanê temam bikin.

Divê herkes bizane ku wê nekaribin vê armanca xwe pêkbînin, çawa di dîrokê de ewqas komkujî kirin û gelê Kurd ji holê ranekirin û nekarîn radest bigirin, îro jî wê nekaribin. Gelê Kurd biryara xwe ya azadiyê daye, ji bo vê jî dema gelek biryara xwe ya azadiyê bide, hemû tişt bide berçavan, wê kes nekaribe wî gelê ji holê rake. Ev gel çiqas bedel jî bide, wê encam bigire, pêwîste herkes vê baş bizane.

Me pêngavek pêşxist, ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî, ev pêngav heya 15’ê Sibatê dewam kir û encamên baş jî derxist. Piştre jî me pêngavek din pêşxist, armanca me ya vê pêngavê ewe ku li Kurdistanê pêşxistin û rêxistinkirina yekitiya gelê Kurde. Herwiha di qada navnetewî de pêşxistina dostaniya Kurdan û pêşxistina zexta li ser dagirkerane. Ji bo vê jî gelê me li ku be bila bibe, divê tevlî vê pêngavê bibin û berpirsyartiya xwe pêkbînin.

Ger ev pêngav bigihi armanca xwe, wê dewleta dagirker nekaribe siyaseta xwe ya qirker a li ser Kurdan bimeşîne û wê ev siyaset bi dawî bibe. Gelê Kurd li hemû beşan bikeve rêya azadiyê, pirsgirêka Kurd wê bikeve rêya çareseriyê û komkujî wê dawî bibin. Gelê Kurd wê bi zimanê xwe û bi rumet, li ser axa xwe bi azad jiyan bike.

Ji bo vê divê Newroza îsal Rêber Apo bi fizikî azad bike, ji bo Kurdan statûyek pêşbixe, ji ber vê jî me got ev Newroza azadiyê ye û pêwîste gelê me li gorî vê bimeşe. Meşa me meşa azadiyê ye, meşa ruhê Newrozê ye, li ser vî bingehî emê heya dawî bimeşin û li ser vî ruhî serbikevin. Wê Gelê Kurd qezenç bike û bi mirovahiyê jî bide qezençkirin.

Ez carek din cejna we Newroz û vê meha Remezanê pîroz dikim. Bijî Newroz, bijî Rêber Apo, bijî têkoşîna me ya azadî û demokrasiyê. Bijî yekitiya gelê me a Kurdistanê. Ez li ser vî bingehî serkeftinê ji we hemûyan re dixwazim.”