Li Newroza Amedê 126 kes hatin binçavkirin

Polîsê Tirk, piştî Newroza Amedê herî kêm 126 kesên ku di nav wan de zarok jî hene binçav kirin.

Pîrozbahiyên Cejna Newrozê ku di 15’ê Adarê de bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” starta wê hate dayîn îro li Amedê bi awayekî biheybet hatin kirin. Zêdetirî milyonekî kesan tevlî pîrozbahiya li Parka Newrozê ya li navçeya Rezanê hate lidarxistin bûn.

Di pîrozbahiya Newrozê de coşa li qadê kêliyekî jî nesekinî.

Piştî pîrozbahiya Newrozê gelek kes hatin binçavkirin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, polîsên Tirk zarok jî di nav de herî kêm 126 kes binçav kirin. Hate hînbûn ku kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Navçeya Rezanê.