Newroza Qendîlê bi coş didome: Bijî Serok Apo!

Pîrozbahiya Newrozê ya li Binarê Qendîlê bi beşdariya bi hezaran kesî didome. Li herêmê timî dirûşmên 'Bijî Serok Apo' hatin berzkirin.

Pîrozbahiya Newrozê ya li Binarê Qendîlê didome. Girse bi coşeke mezin li ber stranên hunermendan govend gerandin.

Di pîrozbahiya Newrozê ya li Binarê Qendîlê de ku gelên çar parçeyên Kurdistanê amade bûn, dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ hatin berzkirin.

Di şahiyê de kelecana gel bi stranên şoreşgerî yên Koma Muzîkê ya Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku derketin ser dikê, gihişt lûtkeyê.

Bavê şehîd Helmet Dêreluk Kawa Takur di bernameya Newroza Qendîlê de axivî. Kawa Takur got, "Ez Newrozê li Rêber Apo, gerîlayên azadiyê û gelê Kurd pîroz dikim."

Dawiyê hunermendên girêdayî TEV-ÇAND Ewropayê Fewzî Kilinç û Hozan Welat derketin ser dikê.

Vejîn Perwane ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan helbestek xwend.
Di bernameya Newrozê ya Binarê Qendîlê de yek ji hunermendên navdar ên Kurd Firmêsk jî derket ser dikê. Firmesk ji bo berxwedana 'Jin Jiyan Azadî' û Newrozê stran gotin.

Di şahiyê de Hozan Şemdîn jî derket ser dikê. Di Newroza Qendîlê de kelecana bi stranên Hozan Şemdîn mezin bû.

Di şahiyê de gelek hunermend û komên muzîkê derketin ser dikê.

Tê payîn ku bernameya Newrozê heta saetên dereng dewam bike.