Piştî Newroza Cizîrê polîsan li zarokên Kurd xistin

Li Cizîrê, piştî Newrozê polîsan li wan zarokan xistin ku li mala xwe vedigeriyan. Dîmenên vê êşkenceyê eşkere bûn.

Duh li Cizîr a Şirnexê bi tevlibûna deh hezaran Cejna Newrozê hate pîrozkirin. Piştî pîrozbahiyê, polîsan êrişî girseya dimeşiya kir. Di dema êrişê de 6 zarok hatin binçavkirin.

Dema zarok ji pîrozbahiya Newrozê vedigeriyan malên xwe, polîsan li ser Pira Yafesê ya Cizîrê tundî li zarokan kirin. Dîmenên kêliya tundiyê hatin kişandin. Gelek polîsan pêşiya zarokan girtin û di dema karûbarê binçavkirinê de ji pişt ve mist li zarokan xistin. Polîsekî, dema zarokekî hewl dida mudaxileyî polîsê ji pişt ve mist li zarokekî dida bike, pêhn li zarokî da.