BI DÎMEN

Newroza Qendîlê bi gerandina govendê bi dawî bû

Newroza Qendîlê ya ku ji çar parçeyên Kurdistanê bi hezaran kes beşdar bûn bi muzîk û gerandina govendê bi dawî bû.

newroza qendîlê

Pîrozbahiya Newrozê ya ku danê nîvro li Binarê Qendîlê bi dirûşmeya “Ji Rêber Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” destpê kiribû, bi govendên govendê bi dawî bû.

Di pîrozbahiya Newroza Qendîlê de ku bi hezaran kes ji çar parçeyên Kurdistanê amade bûn. Di êîrozbahiyê de peyama bi dîmen a Hevserokê Konseya Rêveber ya KCK’ê Cemîl Bayik hate nîşandan û peyamên KJK, Komîteya Amadekar ya Newroza Qendîlê, Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê, Komîteya Azadiya Rêber Ocalan hatin xwendin. Herwiha bavê şehîdê Operasyona Şoreşgerî Şehîd Helmet Dêrelûk, Zerdeşt Takor derket ser dikê û peyama xwe ya Newrozê pêşkeş kir.

Hunermend Fewzî Kilinç, Hozan Welat, Hozan Şemdîn, endamên TEV-ÇAND Ewropa, hunermend Mîdya Hisên, Firmêsk Hafiz, Casim Saz, herwiha, Koma Mûzikê ya Wargeha Mexmûrê, Koma Nîsar, Koma Çiyayê Şengalê, Koma Dîlanê ya Roj derketin ser dikê û bi stran û hunera xwe beşdarên Newroza Binarê Qendîlê coş kirin.

Paşê surprîza pîrozbahiya Binarê Qendîlê Koma Awazên Çiya ku dengê çiya û Gerîlayên Azadiyê ye derket ser dike, bi şeş stranên xwe yên şoreşgerî beşdarên Newrozê boş kirin û gel ew bi germahî, berzkirina dirûşmeyan, tîlîlî û çepikan pêşwazî kir.

Di dewama pîrozbahiyê de Mamosta Mela Nadir li ser navê Civaka Îslama Demokratîk li gel pîrozkirina Cejna Newrozê li beşdarên pîrozbahiyê bi zimanê rojiyê behsa pîroziya Newrozê kir û got; “Newroz Cejna Netewî ya gelê Kurde û li gel ola Îslamê tu pirsgirêkek xwe tune ye.”

Herwiha hunermendê Kurd Casimê Saz derket ser dike û strana ‘Gerîla Bîr û Bawerî ye’ pêşkeşî beşdarên pîrozbahiya Newrozê kir.

Piştre jina hunermenda ji Rojhilatê Kurdistanê Jîna Seqizî bi gotina çend stranan coş, şadî û keyfxweşiya qada Newrozê bilind kir û beşdaran di ber staranên wê re govenda azadiyê gerandin.

Di dawiya pîrozbahiya Cejna Newroza Binarê Qendîlê de Koma Mûzîkê ya Nîsar û Ravîn Hewramî derketin ser dike, li ber stranên bi gerandina govenda azadiyê pîrozbahiya Newroza Binarê Qendîlê bidawî bû.