Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan banga şikandina deriyên Îmraliyê kir

Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan di Newroza Qendîlê de, destnîşan kir ku ji bo gelên Rojhilata Navîn mijara herî girîng azadiya Abdullah Ocalan e û banga "deriyên Îmraliyê bişkînin" kir.

Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan di Newroza Qendîlê de peyama xwe ya Newrozê da. Peyam ji aliyê Endamê Komîteya Azadiya Rêber Ocalan Hekîm Ebdulkerîm ve hat xwendin. Di peyamê de hat gotin: “Newroz ji bo Kurdistanê roja berxwedana li dijî zilm û zordariyê ye. Roja vejîna xweza û hestên netewî ye, roja xwedî derketina li dîroka xwe ye. Newroz her tim roja hevre jiyana gelan û tevgerên azadîxwaz ên gelên herêmê ye. Agirê Newrozê coş û xuruş dide gelê me û bi vê coşê cihê xwe di nava têkoşîna azadî û demokrasiyê de girtiye. Newroz pîroz û girîngiya xwe ji bo Kurdan heye ji ber ku rêya azadiyê ji bo me ronî kiriye.”

Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin: “Divê dijmin êdî wê rastiyê bizanin ku gelê Kurd ne bêxwediye. Di roja me ya îro de gelê Kurd xwediyê fikir û ramanek herî xurtin. Xwediyê artêşa herî bi disiplîn û fedayîne ji bo parastinê. Xwediyê îradeya bi mîlyonan xelkê azadîxwaz û aştîxwaze.”

Di dawiyê de jî ev bang li gelê Kurd û civaka navdewletî hat kirin: “Deriyên girtîgeha Îmraliyê bişkînin û tecrîda li ser Rêber Ocalan rakin. Azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan ji bo dîroka mirovahî û aştiya li Rojhilata Navîn gelek girînge.”