Li Qendîlê bi hezaran kes ji bo Newrozê li hev civiyan
Pîrozbahiya Newrozê ya li Qendîlê îsal bi dirûşma "Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re" tê lidarxistin. Bi beşdariya bi hezaran kesî destpê kir.
Pîrozbahiya Newrozê ya li Qendîlê îsal bi dirûşma "Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re" tê lidarxistin. Bi beşdariya bi hezaran kesî destpê kir.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan, agirê Newrozê ji aliyê malbatên şehîdan ve hate dadan.
Di çarçoveya bernameya pîrozbahiyê de tê payin ku peyamên rêxistin û partiyên siyasî bêne xwendin.
Her wiha tevî komên muzîkê wê huner Jîna Seqizî, Mîdya Hisên û Firmêsk Hafiz derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş bikin.
Pîrozbahî bi gerandina govendê dewam dike.