JIN
Hemû Nûçe
-
Li Kolnê berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hate silavkirin
Li Kolnê jinên Kurd, Elman û Îranê berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê silav kirin. -
MKGP’ê ji bo rojnamevanên jin ên girtî kampanyayek da destpêkirin
MKGP'ê ji bo rojnamevanên jin ên girtî kampanya 'Ji bo jinên rojnamevan azadî' da destpêkirin. -
Bûldan: Divê heyetên serbixwe li hemberî êrîşên kîmyewî rol bistînin
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan bal kişand ser êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk got “Di medyayê de agahî û delîlên cîddî hene. Divê heyetên serbixwe rola xwe bi cih bînin.” -
Li Colemêrgê kirîn û firotina bêpere
Jinên Colemêrgî fêkiyên bexçeyên xwe hişk dikin û difiroşin. Di vê kirîn û firotinê de pere nayê bikaranîn. Di berdêla fêkiyan de alavên malê û mitbexê têne kirîn. -
Malbata Jîna Emînî rapora Tipa Edlî red kir
Malbata Jîna Emînî rapora Tipa Edlî red kir. Malbatê diyar kir ku divê sedema kuştina Jîna Emînî dîsa were lêkolînkirin. -
YJA Star: Li hemberî sûcê şer ê dewleta Tirk a faşîst em helwesteke radîkal wergirin
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê jin û ciwan di serî de bang li hemû kesan kir ku li hemberî sûcên şer ên dewleta faşîst û li hemberî hevkarên wan helwesteke radîkal nîşan bidin. -
TJK-E: Werin em bi çalakiyên bênavber bibin nefesa gerîla!
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî banga "Werin em bi çalakiyên bênavber bibin nefesa gerîla." -
TAJÊ: Li dijî êrîşên çekên kîmyewî bêdeng nemînin
TAJÊ bi daxuyaniyekê bêdengiya raya giştî ya navneteweyî û OPCW li hemberî êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û bang li jinên Êzidî û gelê azadîxwaz kir, ku li ber êrîşan rabin. -
Îrlanda ji bo cihê jinan ê di nav civakê de wê referandûmê çêbike
Îrlanda, sala 2023’yan têkildarê cihê jinan ê di nav civakê de wê referandûmekê organîze bike. -
TJA: Li dijî çekên kîmyewî bikevin nava liv û tevgerê
TJA'yê bang li tevgerên jinan kir ku li dijî êrîşên çekên kîmyewî yên dewleta Tirk bikevin nava liv û tevgerê. -
KJK'ê banga 'dijmin ji her derê ve dorpêç bikin' kir
Koordînasyona KJK'ê derbarê êrîşên kîmyewî yên li hemberî gerîla de daxuyaniyek da û got: "Divê em rabin ser piyan û têkoşîna ku wê dijmin ji her derê dorpêç bike û tecrîd bike û ji dîrokê rake, geş bikin." -
TJK-E’yê banga têvlêbûna çalakiya li ber Parlamentoya Ewropayê kir
TJK-E’yê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bi ruhê seferberiyê banga tevlêbûna çalakiya di 20’ê Cotmehê roja Pêncşemê li ber Parlamenta Ewropayê bê lidarxistin, kir. -
3 siyasetmedar hatin sirgûnkirin
3 siyasetmedarên jin ên li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê dihatin girtin, sirgûnî girtîgehên Kayserî û Tarsûsê hatin kirin. -
Jin zêde dixebitin, pir hildiberînin, hindikî qezenç dikin
Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî jinên li qadên bejahî dimînin zêde dixebitin, zêde hildiberînin, lê kêm qezenç dikin û bi têrkerî nikarin xwe xwedî bikin. -
Raperîna ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi xurtî li kolanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê didome
Nêzî mehekê ye raperînên piştî qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê ‘polîsên exlaqî’ ya rejîma Îranê ve li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dest pê kiribû bê navber her diçe mezin û xurtir dibe. -
Hejmara dawî ya Kovara Jineolojiyê ku nivîsa Nagîhan Akarselê jî tê de ye derket
Hejmara dawîn a Kovara Jineolojiyê ku nivîsa Nagîhan Akarsel a ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin, tê de ye derket. -
Ataselîm: Li pêşiya jiyana me ya azad kes wê nikaribe bibe asteng
Sekretera Giştî ya KCDPD'ê Fîdan Ataselîm anî ziman, hinek hene ku rejîma molla ya li Îranê ji xwe re dikin mînak û got, "Em dixwazin bi rengekî azad bijîn û kes wê nikaribe li pêşiya vê bibe asteng." -
Cenazeyê Akarselê bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ hat veşartin
Cenazeyê endama Lêkolînên Jineolojiyê Nagîhan Akarsel li ser milên jinan bi dirûşma “Jin jiyan azadî” hat veşartin. -
Li Geverê êşkence û lêgerîna tazî li jinan hat kirin
ÎHD, OHD û Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Colemêrgê dan zanîn ku 7 jinên di 9’ê Cotmehê de bi lêdanê hatin destgîrkirin, di dema destgîrkirinê de lêgerîna tazî lê hatiye ferzkirin û hatine êşkencekirin. -
‘Ev konferans wê bibe bingeha têkoşîneke mezintir’
Jinên ku beşdarî Konferansa Kongra Star bûne diyar kirin ku, ev konferans teqez wê bibe bingeha têkoşînek mezintir. -
Yadê ya ku rehmet kir, heta nefesa dawîn ji bo gel û Rêbertî têkoşiya
Yadê Samiya Dogan di 82 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Dogan heta nefesa xwe ya dawîn ji bo gelê Kurd û Rêbertî xebitî û têkoşiya. -
Rojnamevanên jin ên girtî: Em ê pênûsa Nagîhan li erdê nehêlin
Rojnamevanên jin ên ku li Amedê girtîne qetilkirina Nagîhan Akarsel şermezar kirin û gotin, “Em ê pênûsa Nagîhan li erdê nehêlin.” -
Akademîsyen Akarsel li Wanê hat bibîranîn
Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Akademîsyen û Rojnamevan Nagîhan Akarsel a li Silêmaniyê hat qetilkirin, li Wanê hat bibîranîn. -
Ji bo bibîranîna Akarselê bi sedan şitil hatin danîn
Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê ya Tebqayê, ji bo bibîranîna Nagihan Akarsel a li Silêmaniyê hat qetilkirin, bi sedan şitil danîn. -
Kongreya Star Şehîd Hevrîn Xelef bi bîr anî
Kongreya Star, siyasetmedar Hevrîn Xelef a ku çeteyên girêdayê dewleta Tirk berî 3 salan qetil kir, bi bîr anî û destnîşan kir ku divê li dijî êrîşên qirkirinê yên li ser jinan, parastina cewherî bê xurtkirin.