Raperîna ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi xurtî li kolanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê didome

Nêzî mehekê ye raperînên piştî qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê ‘polîsên exlaqî’ ya rejîma Îranê ve li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dest pê kiribû bê navber her diçe mezin û xurtir dibe.

Xwepêşandan di bin dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di serî de li bajarên Sine, Saqiz, Kirmanşan û gelek bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dewam dike.

Li bajarê Zahîdan ku komkujî berî niha lê pêk hatibû, welatî piştî nimêja Înê daketin qadan û li dijî desthilatê dirûşm qîr kirin.

Her wiha yek ji cihên din ku xwepêşandan lê hebû bajarê Ehwaz bû. Li vir li ser bangewaziya çalakvanên Ereb li çend deveran welatî daketin qadan û dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ qîr kirin.

Li aliyê din rayedarên hikûmetê ji bo deng û xwepêşandan neyên dîtin li Hewaz û Xuzistanê xetên înternet û peywendiyan qût kiribûn.

Her wiha xwepêşandanên li Şîraz, Esfehan, Yezid, Meşhed û paytext Tehran ên Îranê jî her diçe mezin û berbelav dibin.

Îro jî ciwan daketin kolanên Tehranê û daxwazên xwe dubare kirin.

Li bajarê Kirmanşan jî komek ciwanên ku xwe weke ‘Ciwanên Kirmanşan’ bi nav kirine bang li ciwanan kir ku dakevin kolanan û daxwazên xwe bilind bikin.

Li gorî agahiyên ne fermî heta niha zêdetirî 201 kes di xwepêşandanan de bûne qûrbaniyên êrîşên rejîma Îranê.