Hejmara dawî ya Kovara Jineolojiyê ku nivîsa Nagîhan Akarselê jî tê de ye derket

Hejmara dawîn a Kovara Jineolojiyê ku nivîsa Nagîhan Akarsel a ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin, tê de ye derket.

Hejmara 26’emîn a Kovara Jinelojiyê ku her 3 mehan carekê derdikeve, bi mijara dosyayê ya “Di sedsala 21’emîn de, derbaskirina zanistê” derket. Di vê hejmarê de nivîsa bi sernava “Dengê Arkaîk ê Serdemê: Jin” a endama Akademiya Jineolojiyê û Lijneya Weşana Kovara Jineolojiyê Nagihan Akarselê ya ku 4’ê Cotmehê li bajarê Silêmaniyê hat qetilkirin, cih digre.

Di vê hejmara kovarê de, sedemên krîza zanistê û avabûna wê, tên nîqaşkirin. Jin di vê hejmara kovarê de bi nivîsên xwe, lêgerînên xwe yên zanistî tînin ziman û her wiha rê û rêbazên zanistî yên şoreşa jinê û heqîqeta zanistê ronî dikin.