Akademîsyen Akarsel li Wanê hat bibîranîn

Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Akademîsyen û Rojnamevan Nagîhan Akarsel a li Silêmaniyê hat qetilkirin, li Wanê hat bibîranîn.

Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê, Akademîsyen û Rojnamevan Nagihan Akarsel a li Başûrê Kurdistanê hat qetilkirin, li Wanê hat bibîranîn. Di merasîma bibîranînê ya li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê hat danîn de qurnefîl li ser maseya ji bo Akarselê hatin danîn û find hatin vêxistin. Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç, TJA, HDP, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û TÛHAY-DER’ê, xebatkarên jineolojiyê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek welatî tev li bibîranînê bûn. Bibîranîn, bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê, bêyî navber dirûşmên “Şehîd namirin“ û “Jin jiyan azadî“ hatin berzkirin.

Dîlan Yildiz a xebatkara kovara Jineolojiyê ku di bibîranînê de axivî, behsa jiyana Akarselê kir. Yildiz, bi bîr xist ku Akarsel, di serî de çapemenî û jineolojî di gelek waran de xebitiye û got ku Akarsel, pêşengek ji pêşengên têkoşîna jinên Kurd e û ev tişt anîn ziman: “Heval Nagîhan, dîroka jinan ku di tariyê de hatiye hiştin, ronî kir. Wê sedsala 21’emîn, bibe sedsala jinan. Em ê li teşhîrkirina hişmendiya ku hevala me qetil kir, dewam bikin.“

Piştre ji Kovara Jineolojiyê Hediye Sayiner û Neslîhan Sedal ji bo Akarselê helbest xwendin.