Cenazeyê Akarselê bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ hat veşartin

Cenazeyê endama Lêkolînên Jineolojiyê Nagîhan Akarsel li ser milên jinan bi dirûşma “Jin jiyan azadî” hat veşartin.

Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, akademîsyen û rojnameger Nagîhan Akarsel di 4’ê Cotmehê de li bajarê Silêmaniye yê Herêma Federal a Kurdistanê di encama êrîşeke sûîqestê de hat qetilkirin. Cenazeyê Akarsel îro di danê sibehê de anîn Nexweşxaneya Bajêr a Konyayê. Malbata Akarsel, piştî kar û barên otopsiyê cenaze wergirt û anîn gundê Golyazi (Xelîkan) ê Cîhanbeylî yê Konyayê ku li wir ji dayik bûye. Cenaze, bi tililiyên jinan hat pêşwazîkirin û li ser jinên milên jinan birin goristana gund.

'ÊM Ê TÊKOŞÎNA NAGÎHANÊ BIDOMÎNIN’

Di dema veşartina cenazeyê de leşkeran hewl dan ku nehêlin wêneyên Akarsel bên rakirin lê jinan li ber xwe dan û bi wêneyên Akarsel meşiyan. Di dema meşê de dovîza “Jin jiyan azadî” hat vekirin, girseyê dirûşm berz kirin û ber bi goristanê ve çû. Di dema veşartina Akarsel de Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran axivî û wiha got: “Nagîhan, em tevek in. Dibe ku Nagîhan qetil kiribin. Lê belê weke rêhevalên wê, em ê mîrasa wê dewr bigirin û heta dawiyê jî vê têkoşînê bidomînin.”

Tevî dorpêç û astengkirinên leşkeran jî wecîbeyên olî hatin kirin û cenazeyê Akarsel bi dirûşma “Jin jiyan azadî” hat veşartin. Jinan, qurnefîl û şalên mor danîn ser gora Akarsel û piştre jî derbasî mala wan bûn.

Malbata Akarsel dê sersaxiyan li mala xwe qebûl dike.