Ji bo bibîranîna Akarselê bi sedan şitil hatin danîn

Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê ya Tebqayê, ji bo bibîranîna Nagihan Akarsel a li Silêmaniyê hat qetilkirin, bi sedan şitil danîn.

Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê ya Tebqayê, bi hevkariya Midûriyeta Jîngehê, ji bo Nagihan Akarsel a li Silêmaniyê hat qetilkirin, li ser rêya Nexweşxaneya Neteweyî bi şitil hatin danîn.

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê, nûnerên Buroya Civata Jinan a Zenûbyayê, pêşên eşîran, Yekitiya Jinên Ciwan, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û gelek kes tev li çalakiya şitil danînê bûn.

Mariya Îsmaîl a endama Rêveberiya Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê ya Tebqayê di çalakiyê de wiha axivî: “Mirov ji xwezayê dûr bibe, ji xwe, jin û civakê jî dûr dibe. Jineolojî, giringiyê bi xwezayê dide û hişmendiya parastina xwezayê belav dike. Bi lihevcivîna me ya îro ya li vir, yekitiya me bi hêz dibe. Ji bo civaka demokratîk em ê hêvî û jiyanê biçînin.

Hevseroka Meclîsa Çêkirina Yasayan a Tebqayê Huda El Ewan jî wiha axivî: “Li seranserê cîhanê her roj gelek jin tên qetilkirin. Sûcên li dijî jinan zêde dibin. Jinên şervan ên tev li Şoreşa Rojava bûn, gelek giringî bi têkiliya xelaskirina axê û xelasiya jinan ya bi hev re dan. Li vir, di dîroka jinan de pêvajoyeyeke nû dest pê kir. Bûn şervan, şoreşger, siyasetmedar û pêşeng.“