TJK-E’yê banga têvlêbûna çalakiya li ber Parlamentoya Ewropayê kir

TJK-E’yê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bi ruhê seferberiyê banga tevlêbûna çalakiya di 20’ê Cotmehê roja Pêncşemê li ber Parlamenta Ewropayê bê lidarxistin, kir.

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk daxuyaniyek nivîskî da û banga tevlêbûna çalakiyan kir.

‘SÛCÊN LI DIJÎ MIROVAHIYÊ GIHIŞTIYE ASTA HERÎ JOR‘

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) anî ziman ku piştî daxuyaniya HPG'ê û dîmenên duh hatin weşandin, ew ketin pêvajoyeke awarte ya çalakiyê û got: “Di encama bêdengiya saziyên navneteweyî, tevî hemû daxuyanî û bangawaziyan sûcên li dijî mirovahiyê gihiştine asta herî bilind. Wijdana me nagire ku dîmenên bandorên kîmyewî nîşan didin temaşe bikin. Ji ber vê yekê berpirsyariya ku em li ber xwe didin jî giran e. Berpirsiyariya me heye ku em hêrsa xwe baş birêxistin bikin û saziyên navneteweyî seferber bikin. Divê em bi çalakiyên ku em ê li dar bixin bibin nefesa gerîla û bi gerîla re vî şerê hebûn û nebûnê ragirin ser milên xwe.“

BANGA TEVLÊBÛNA ÇALAKIYAN

TJK-E’yê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bi ruhê seferberiyê banga tevlêbûna çalakiya di 20’ê Cotmehê roja Pêncşemê li ber Parlamenta Ewropayê bê lidarxistin, kir û wiha dawî kir: “Em bang li pêkhateya xwe ya rêxistinkirî ya li hemû qadên Ewropayê, rêxistinên jinan, hemû jinên ku xwe di dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî‘ de dibînin û pêşeroja xwe dibînin, dikin ku beşdarî çalakiya bênavber bibin. Em we vedixwînin ku bi vî ruhê seferberiyê beşdarî çalakiya protestoyî ya 20’ê Cotmehê roja Pêncşemê li ber Parlamenta Ewropayê bê lidarxistin, dikin.“