Kongreya Star Şehîd Hevrîn Xelef bi bîr anî

Kongreya Star, siyasetmedar Hevrîn Xelef a ku çeteyên girêdayê dewleta Tirk berî 3 salan qetil kir, bi bîr anî û destnîşan kir ku divê li dijî êrîşên qirkirinê yên li ser jinan, parastina cewherî bê xurtkirin.

Meclîsa Kongreya Star bi boneya salvegera 3’yemîn a şehadeta Hevrîn Xelef daxuyanî da.

Daxuyanî wiha ye:

“Bi boneya 3’yemîn salvegera şehîdbûna Hevrîn Xelef em hemû şehîdên xwe yên pêşeng bi bîr tînin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hêrs şermezar dikin. Li dijî êrîşên qirker ên li dijî jinên pêşeng em ê hêza parastinê bilind bikin, dagirker û dijminên jinan têk bibin. Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef, yek ji pêşengên jin ên Şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Di şexsê xwe de hemû nirx û pîvanên vê şoreşê temsîl dikirin. Ji demokrasiyê bigire heta bi yekitiya gelan, ji edaletê bigire heta bi vîna xweser, Hevrîn Xelef, ew pîvan bi rastî jî pratîze dikirin. Ji ber vê jî diçû kû derê bi germahî, jidilî û dirustiya xwe li ser derdorê bandor dikir û dihat hezkirin. Berî her tiştî wek jina Kurd a birêxistinî, hem xwe bi pêş dixist hem jî hêz dida jinan. Bi vî awayî bû pêşengeke vê şoreşê, bû pêşengeke jin.”

YEK JI PÊŞENGÊN ŞOREŞÊ BÛ

Hevrîn Xelef tevî hemû zor û zehmetiyan bi dilsozî bi erka xwe radibû û bi keda xwe pêşketinên mezin bi dest xistine. Hevrîn Xelef, ji ber ku jineke pêşeng a vê şoreşê bû hedef hat girtin. Dewleta Tirk a dagirker hay zanebûna rola pêşeng a tevgera azadiya jinan heye. Baş dizane ku hêza birêxistinî ya jinan dînamîka herî xurt a şoreşa sedsala 21’ê pêk tîne. Şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî di cewherê xwe de şoreşa jinan e û xwe disipêre hêza xweser a tevgera azadiya jinan. Ji ber vê jî ji bo tesfiyekirina şoreşa me û pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku bi berxwedanê tê avakirin, bi awayekê sîstematîk pêşengên jin dikuje. Dewleta Tirk dixwaze bi rêya qirkirina jinan qirkirina Kurdan temam bike û wiha derbasê qonaxa komara 2’yemîn bibe. Bi vê armancê berê sala 2023’yan ku wê bibe salvegera sedsaliya komarê û Hevpeymana Lozanê, giraniya xwe dide ser polîtîkayên qirkirinê.

DIVÊ EM NEHÊLIN KU PÊŞENGÊN ME BIKIN HEDEF

Li hemberî vê rastî gelek girîng e ku em wek tevgera azadiya jinan li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hêza xwe ya parastinê bilind bikin û nehêlin ku dewleta Tirk a dagirker pêşengên me ji xwe re bike hedef. Ji bo vê jî pêwist e em xwe di aliyê xweparastinê de hîn xurttir bikin, di çarçoveya şerê gel ê bi şoreşgerî de pêşiya êrîşan bigirin. Em baş dizanin ku tenê gelekê ku xwe li gorî rastiya şerê gel ê bi şoreşgerî birêxistin kiriye, dikare êrîşên dijminê xwe rawestîne. Heman rastî, ji bo êrîşên qirkirina jinan jî derbasdar e. Sûîkasta dawîn a dewleta Tirk a faşîst li Başûrê Kurdistanê li dijî Endama Akademiya Jineolojî Nagîhan Akarsel jî vê rastiyê nîşan dide.

Di vê çarçoveyê de em bang li hemû jinan dikin ku li dijî êrîşên qirker ên dewleta Tirk a dagirker hêza xweparastinê bilind bikin, di nav yekîneyên parastina jinan de cihê xwe bigirin. Em bi vê wesîleyê radigihînin ku wek Kongreya Star ku hêza pêşeng a jinan li Rojava ye asta rêxistinbûyîn û xweparastina jinan bigihîjin asteke hîn bilindtir da ku hemû êrîşên li ser Rêber Apo, jinên Kurd, gelê me û welatê me bişikînin û faşîzmê têk bibin.

Bi vê baweriyê em di serî de Hevrîn Xelef û Nagihan Akarsel, hemû şehîdên jin ên pêşeng bi bîr tînin û soza xwe ya tolhildanê bi rêya têkbirina hêzên faşîst û dijminê jinan dubare dikin. Em, dewleta Tirk a kujer, hevkarên wê û hêzên NATO’yê bi nefret şermezar dikin û dibêjin em ê tu car ji bîr nekin û efû nekin!”