Malbata Jîna Emînî rapora Tipa Edlî red kir

Malbata Jîna Emînî rapora Tipa Edlî red kir. Malbatê diyar kir ku divê sedema kuştina Jîna Emînî dîsa were lêkolînkirin.

Jîna Emînî (22) di 13’ê Îlonê de ji aliyê polîsên exlaq li Tehranê hatibû destgîrkirin û piştre di 16’ê Îlonê de jiyana xwe ji dest dabû. Di heman rojê de protestoyên li dijî rejîmê dest pê kiribû.

Tipa Edlî îddîa kir ku Jîna Emînî ne ji ber şîddeta polîsan jiyana xwe ji dest daye. Raporê îddîa kir Jîna Emînî ji ber ku di 8 salî de ji mejiyê xwe emeliyat bûye, piştre ji ber vê emeliyatê jiyana xwe ji dest daye. Malbatê diyar kir tu nexweşiyên Jîna Emînî tunebû û bal kişand ser vî tiştî ku rayedar derewan dikin.

Li gorî rojnameya Etemad Salîh Nîkbaht ê ku parêzerê malbatê ye, diyar kiriye ku wan rapor red kirine.

Parêzerên malbatê xwestine bila sedema mirina Jîna Emînî dîsa were lêkolînkirin û xwest 5 bijîşkên ku malbatê ji nav lîsteya 10 bijîşkan hilbijartine, bila lêkolînê bikin.

Parêzeran xwestin bila derbarê domandina lêpirsînê, destgîrkirina Emînî û pêvajoya ku ew birine qereqolê agahî werin dayîn.

Malbata Jîna Emînî di dawiya meha Îlonê de derbarê polîsên ku keça wan destgîr kiribûn jî giliyê sûc kiribûn.