Rojnamevanên jin ên girtî: Em ê pênûsa Nagîhan li erdê nehêlin

Rojnamevanên jin ên ku li Amedê girtîne qetilkirina Nagîhan Akarsel şermezar kirin û gotin, “Em ê pênûsa Nagîhan li erdê nehêlin.”

4 rojnamevanên jin ên ku 8’ê Hezîranê li Amedê bi operasyonekî hatin destgîrkirin û girtin, ji bo Akarsel daxuyaniyek hevpan dan.

Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê û edîtora kovara Jineolojiyê akademîsyen, rojnamevan Nagîhan Akarsel li bajarê Silêmaniyê li ber deriyê mala xwe di encama êrîşeke çekdarî de hatibû qetilkirin.

Midura JINNEWS'ê Safiye Alagaş, Remziye Temel, Neşe Toprak ve Elîf Ungur ku qetilkirina Akarsel şermezarkirin, bi rêya parezerên xwe ev peyam şandin: “Em mîna rojnamevanên jin qetilkirina Nagîhan şermezar dikin. Qetilkirina Nagîhan êrîşa li dijî têkoşîna jinê û xebatên Jinelojiyê ye. Em mîna jin wê dibînin. Em ê soz didin ku penûsa Nagîhan li erdê nehêlin û sersaxî ji malbat û hevalên wê re dixwazin.”