Îrlanda ji bo cihê jinan ê di nav civakê de wê referandûmê çêbike

Îrlanda, sala 2023’yan têkildarê cihê jinan ê di nav civakê de wê referandûmekê organîze bike.

Li Îrlandayê, ji sala 1937’an heta bi niha li gor xala 41’emîn a Destûra Bingehîn a cihê jinan destpêkê nava malê ye. Li gor xala heyî “Dewlet, ji ber zehmetiyên aborî yên di eleyhê karê nava malê yê dayikan de, hewil dide ku neçarê xebatê nemînin.“

Hikûmetê, sala 2018’an jî soz da ku wê Destûra Bingehîn rojane bibe. Li welêt, li ser guhertin û ya jî rakirina yasayê ji nav destûrê lihevkirinek heye. Lê niqaş di wê barê de ye ku wê çi bê kirin.

Li gor hin parlamenteran, qanûna heyî, zayendperest û li dijî wekheviya zayendan e, divê bê rakirin. Bi hin parlamenteran jî xweş e ku li gor naskirina cihê jinan di nav civakê de ji nû ve bê sazkirin.

Ji sedî 60’ê dayikên Îrlandayî, gava zarokên wan ên piçûk hebin li malê dimînin ya jî karên di der karan re bikin. Li gor vê rewşê, bi ya hin parlamenteran jin hem bi karê xwe re hem jî bi yê malê re mijûl dibin.

Serokwezîrê Îrlandayê, ji ber ku “ji ber tevliheviya pirsgirêkê“ bêyî dîrokê bibêje, soz da ku wê referandûmê sala 2023’yan çêbike. Referandûm çêbibe, wê merheleyeke nû ya rakirina ji holê ya kevneşopiyên civakî dest pê bike.

Sala 2015’an bi rêya referandûmê li Îrlandayê bi dengdayîna ji sedî 62 bi qanûn rê li ber zewaca hevzayendî hat vekirin. Sala 2018’an bi 64 dengan yasaya kurtajê hat derxistin, heman salê bi 64 dengan sûcê “heqaret li olê“ hat rakirin. Sala 2019’an jî rêgezên hevberdanê bi dengdana ji sedî 82 hatin sistkirin.