TJA: Li dijî çekên kîmyewî bikevin nava liv û tevgerê

TJA'yê bang li tevgerên jinan kir ku li dijî êrîşên çekên kîmyewî yên dewleta Tirk bikevin nava liv û tevgerê.

Tevgera Jinên Azad (TJA), têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ya Tirkiyeyê ya li Zap, Avaşin û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê daxuyaniya nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku bikaranîna çekên kîmyewî sûcê şer û hat gotin: "Ji aliyê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî  (OPCW) ve bikaranîna çekên kîmyewî hatine qedexekirin. Tirkiye endamê vê peymanê ye û divê şerde wê bîne cih. Her wiha li gor Peymanên Cenevre û Şerdê Neteweyên Yekbûyî (NY) çekên kîmyewî nayê bikaranîn. Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê li dijî mirovatiyê ye. Divê vê gavê lêkolîn bê kirin û berpirs derkevin holê."

'BÊDENGIYA LI HEMBERÎ VÎ SÛCÎ NAYÊ QEBÛLKIRIN'

TJA'yê bal kişand ser bêdengiya li hemberî bikaranîn çekên kîmyewî û wiha got:"Bi caran bikaranîna çekên kîmyewî hat ziman lê belê ji aliyê saziyên berpirs ve têra xwe nehat lêkolînkirin û ev sûc her roj tê kirin. Di destpêkê de em jin divê berpirsên qada navneteweyî û Rêveberiya Herêmî ya Iraqê li dijî sûcê bikaranîna çekên kîmyewî bêdeng nemîne ev nayê qebûlkirin. Ger bêdeng bê hiştin ev tê wateya şîrîkatiyê."

'LI HELEBCEYÊ 5 HEZAR KURD HATIN QETILKIRIN'

TJA'yê di daxuyaniyê de diyar kir ku li Helebceyê 5 hezar Kurd hatin qetilkirin û dom kir: “Bikaranîna çekên kîmyewî ya li ser erdnîgariya me hemû zindîyan dixe talûkeyê. Di 1988'an de diktator Sedam Huseyîn li dijî Kurdan çekên kîmyewî bi kar anî û 5 hezar Kurd hatin qetilkirin. Hîn jî texrîbatên bikaranîna çekên kîmyewî û şer li herêmê didome.

Di serî de OPCW divê organîzasyonên navneteweyî û rêveberiyên berpirs demildest dîmenên derketine lêkolîn bikin û kesên çekên kîmyewî bi kar anîne derxin holê. Yên ji hilweşandina şer herî zêde bi bandor dibin em jin in. Di serî de em bangê li jinên cîhanê dikin û em dibêjin bila raya giştî ya hestiyar li dijî vê yekê dengê xwe bilind bike."