TAJÊ: Li dijî êrîşên çekên kîmyewî bêdeng nemînin

TAJÊ bi daxuyaniyekê bêdengiya raya giştî ya navneteweyî û OPCW li hemberî êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û bang li jinên Êzidî û gelê azadîxwaz kir, ku li ber êrîşan rabin.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ya Tirkiyeyê ya li hemberî gerîlayên azadiya Kurdistanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de diyar kirin, ku dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wê PDK ji meha Nîsanê heya niha bênavber erîşên hovane li ser gerîla yên azadiya Kurdistanê dide meşandin û gotin: “Ji bo tunekirina gerîlayên azadiyê hemû teknîk, artêş û çete yên  xwe xistiye tevgerê. Berxwedana gerîla ya heyî êrîşên dijmin vala têk biriye. Ji ber ku dewleta Tirk li hemberî vîna gerîla li bin ketiye, ji bo vê jî şerekî derveyî exlaqê mirovatiyê dimeşîne û bi çekê kîmyewî êrîşî çeperê gerîla dike. Beramberî bikaranîna çekên kîmyewî yê dewleta Tirk li qada navneteweyî bêdengiyek heye. Tevî ku zanin ev yek li derveyî pîvanên şer e jî  beramberî dewleta Tirk ti helwest nayê danîn.” 

TAJÊ’ê di dewama daxuyaniyê de bêdengiya li qada navneteweyî û saziya OPCW şermezar kir û got, "Êrîşa ku ji aliyê DAÎŞ’ê ve 3’yê Tebaxa 2014’an de li ser civaka me hate kirin hemû cîhan xwe jê re ker kiribû. Êrîş herî zêde li hemberî jinan hatibû kirin û ji ber wê jî ya herî zêde êş kişandî jin bû. Di rewşeke bi wî rengî de gerîlayên azadiya Kurdistan bi hawara civaka Êzîdî ve hatin. Ji bo xilaskirina Şengalê ya ji destê DAÎŞ’ê gerîlayên azadiyê û PKK’ê bêhesab berxwedanek mezin meşand. Di encama vê berxwedanê de axa Êzidxana pîroz ji destê çeteyên DAÎŞ’ê hate rizgarkirin. Îro jî ev gerîla yên ku em ji destê DAÎŞ’ê rizgar kirin li beramberî wan êrîşeke pir dijwar ji aliyê  dewleta Tirk û  PDK’ê ve tê kirin. Tenê van rojên dawî 17 gerîlayên azadiyê bi çekên qedexe yên kîmyewî hatin qetilkirin.  

Li hemberî van êrîşan bêdengiya li qada navneteweyî û OPCW ( Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî) em şermezar dikin. Bêdengiya heyî diyar dike ku hevkariyek heye û dixwazin têkoşîna azadiya gelan tune bikin. Em zanin yê ku îro êrîşî gerîla dikin û yên ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de ji bo koka civaka Êzidî tune bike ferman li ser me rakirin heman hêz bûn. Di heman demê de yên wê demê û niha bêdeng in jî heman hêz in."

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em wek Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li hemberî êrîşên ku li ser Gerîlayên azadiya Kurdistanê tên meşandin rawestin. Heya ku Dewleta Tirk û PDK têk biçe em ê di nav tekoşîneke bêhempa de bin. Daxwaza me ji hemû jinên Êzîdî û gelê azadîxwaz ew e ku li hemberî van êrişan  li gel gerîlayên azadiyê cih bigrin."