Yadê ya ku rehmet kir, heta nefesa dawîn ji bo gel û Rêbertî têkoşiya
Yadê Samiya Dogan di 82 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Dogan heta nefesa xwe ya dawîn ji bo gelê Kurd û Rêbertî xebitî û têkoşiya.
Yadê Samiya Dogan di 82 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Dogan heta nefesa xwe ya dawîn ji bo gelê Kurd û Rêbertî xebitî û têkoşiya.
Yadê Samiya Dogan a ku keçên wê Gulçîn û Rahîme di nav refên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê de şehîd bûn, jiyana xwe ji dest da. Yadê bi têkoşîna xwe ya li hemberî neheqî û mêtingeriyê dihat naskirin. Wê şîna Yadê ya 82 salî roja Şemiyê li Kerpena Elmanyayê û bîranîna wê jî li bajarê Durenê were kirin.
Beriya ku ew ji dayik bibe çîroka Samiya Dogan dest pê kir. Malbata wê ya ku li çiyayên Mawanê dijiyan di serê sedsala 20’emîn de tevlî Serhildana Haco ya li hemberî dewleta Tirk a mêtinger bû. Dema fermana bavê wê yê ku fermandarekî leşkerî bû, hate dayîn çû Rojava û li bajaroka Tenûrê ya Qamişlo bi cih bû. Di wan salan de malbat diçû Bakurê Kurdistanê jî. Li gorî qeydan Samiya Dogan di sala 1940’î de li Bakurê Kurdistanê ji dayik bû. Beşeke malbatê di sala 1950’î de li gundê Hermês ê Kercewsê bi cih bûn.
Bavê Yadê yê ji eşîra Segwanî û xizmên wê ji ber ku li dijî zexta li ser gundê Dêrsalib ê Siryanan derketin, fermana wan rabû. Bav û xizmên wê derketin çiyayan û ew jî di 14 saliya xwe de bû ‘eşqiya’. Di şerekî de ji lingê xwe birîndar bû. Ji bo tedawiyê çû Rojava û çend sal şûnde vegeriya.
Piştî ku vegeriya bi Xelîlê Sidqî hate zewicandin. Hevserê wê yê ji gundê Gundikê Aliyo yê Kerboranê seyîd bû. Piştre mala xwe bar kirin Midyadê. Pênc keç û du kurên wê çêbû. Kurê wê Abdurahîm di 8 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Di zewacê de şîddet lê hate kirin, wê li hemberî şîddetê li ber xwe da. Di sala 1984’an de wê û hevserê xwe hev berdan û zarokên xwe anî cem xwe. Ji bo debara malê û xwendina zarokê xwe li bajarên cihê yên Tirkiyeyê di karên pembo û findiqan de xebitî.
DEMA KU PKK NAS KIR
Bi saya Koçere (Îsmaîl Dogan) ê ku tevlî Têkoşîna Rizgariya Neteweyî ya Kurdistanê ya bi pêşengiya PKK’ê bû û piştre şehîd bû, wê PKK nas kir. Koçere biraziyê hevserê bû ku hev berdabûn. Piştre mala wê ya li Midyayê bû ‘biryargeheke’ biçûk a ku gerîlayên PKK’ê û sempatîzan dihatin wir.
Bi vê re mêtingeran êdî dest bi girtin, zext û êşkenceya li ser wê kirin. Di nav malbatê de berê keça wê Gulçîn Dogan (Mizgîn Hêvî) berê xwe da çiyê. Gulçîn li gundê Serêgir ê Hezexê di Tîrmeha 1993’n de şehîd bû, bi vê re şîddeta li ser Yadê jî zêde bû. Ji bo ku ji Midyadê derkevin hefteyek dan wê. Tevî malbata xwe di Îlona 1993’an de ji Midyadê derketin. Berê çûn Stenbolê û piştre berê xwe dan Romanya û Elmanyayê. Îltîca kir. Piştî demeke kurt keça wê Rahîme Dogan (Agirî Jînê) ji Ewropayê berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Rahîme di Gulana 1998’an de li Çiyayê Cûdî şehîd bû.
Gelek birazê, xwarzê, dotmam û pismanên Yadê di nav têkoşîna azadiyê de şehîd bûn. Xizmê wê Cevat Yavûz (Şiyar) û kurê tiyê wê Mehmet Vahaç Dogan (Delîl) di Berxwedana Bagokê ya di sala 1988’an de şehîd bûn. Kurê din ê tiyê wê Îsmaîl Dogan (Koçer) di sala 1995’an de dema li Xerzanê fermandarê herêmê bû şehîd ket. Neviyên apê wê Ferzende, Saît û Welat li Kerboranê şehîd ketin. Welat gerîla, Ferzende û Saît jî milîs bûn.
Gelek xizmên Yadê Samiya Dogan ji ber ku welatparêz bûn di serê salên 90’î de ji aliyê JÎTEM’ê hatin qetilkirin. Biraziyê wê Alî Ûçar (Aliyê Segvan) li Kercewsê ji aliyê JÎTEM’ê hate revandin. Piştî mehekê cenazeyê wî yê şewitandî hate dîtin. Selîm Ogûz ê ku hevserê dotmama wê bû gelek salan milîstî kir. Ogûz li Midyadê ji aliyê JÎTEM’ê ve hate qetilkirin. Hamît û Mecît Ûçar ên ku neviyên apê Yadê bûn li Nisêbînê hatin qetilkirin.
EW LI HER DERÊ TEVLÎ ÇALAKIYAN DIBÛ
Yadê ku jineke welatparêz û serbilind bû heta ku nexweşiyên wê giran bû, li her dera Ewropayê tevlî gelek çalakiyan bû. Ew tevlî gelek grevên birçîbûnê, meş, mîtîng, nobetên azadiyê, civînên bîranînê bû.
Ji bo ku li Elmanyayê qedexeya li ser PKK’ê were rakirin, ew tevlî meş û daxuyaniyên di meha Mijdarê de bû. Dema ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate Romanyayê ew jî di nav koma yekemîn de bû ku xwe gihandibûn qada Celîoyê. Di 9’ê Cotmehê û 15’ê Tebaxê de di dema pêvajoya komploya navneteweyî de ji bo ku gel dest bi berxwedanê bike, wê hewldanên mezin nîşan da.
Di dema Qirkirina Şengalê, Berxwedana Kobanê û dagirkeriya Efrînê de ew bi mehan li kolanan bû û ji bo raya giştî ya Elmanyayê bihistyar be, gelekî hewl da. Ew tevlî tûrên otobusan ên ji bo danasîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Tevlî gelek çalakiyên li pêşiya Konseya Ewropayê û CPT’a ya li Strasboûrgê bû.
Dema ku yek ji avakara PKK’ê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ji aliyê kontgerîlayên Tirk li Parîsê hatin qetilkirin, ew gelekî xemgîn bû. Yadê yek ji wan kesên yekemîn bû ku çû Parîsê.
Yadê Samiya Dogan a ku bi berxwedêriya jinê ji derdora xwe re bû çavkaniya hêzê, bû yek ji sembola welatparêziya li Ewropayê.
Yadê Samiya Dogan di 2’ê Cotmeha 2022’an de li bajarê Durenê yê Elmanyayê ji ber nexebitîna organan jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wê şandin Kurdistanê û di 6’ê Cotmeha 2022’an de hate veşartin.
DÎROKÊN ŞÎN Û BÎRANÎNÊ
Cihê ku wê şîn û bîranîn were lidarxistin wisa ne:
15’ê Cotmeha 2022’an: Navenda Çanda Elewiyan, Daimler Str. 10, 50170 Kerpen
16’ê Cotmeha 2022’an: Schafersgraben 3, 52372 Kreuzau/Duren