Li Geverê êşkence û lêgerîna tazî li jinan hat kirin

ÎHD, OHD û Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Colemêrgê dan zanîn ku 7 jinên di 9’ê Cotmehê de bi lêdanê hatin destgîrkirin, di dema destgîrkirinê de lêgerîna tazî lê hatiye ferzkirin û hatine êşkencekirin.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Colemêrgê têkildarî destgîrkirinên di salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah ên li Gever a Colemêrgê de daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de hat gotin ku li jinên hatine destgîrkirin lêgerîna tazî hatiye ferzkirin û hatine êşkencekirin.

Daxuyanî, li Şaxa Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Geverê hat dayîn. Di daxuyaniyê de jinên bi lêdanê hatin destgîrkirin û di dema destgîrkirinê rastî lêgerîna tazî hatin û jinên hiqûqnas amade bûn.

'ÊŞKENCE LI EMNIYETÊ JÎ BERDEWAM KIR’

Hevseroka Şaxa OHD’a Colemêrgê Cevahîr Agrali êrîşa polîsan a di 9’ê Cotmehê de bi bîr xist û wiha got: “Parlamenter û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), parêzer û rojnameger bi derb û êşkenceyê hatin destgîrkirin. Zext, heqaret, êşkence û miameleya xerab a bi destgîkirinê re dest pê kir, di wesayîta destgîrkirinê de berdewam kir û li Midûriyeta Emniyetê ya Geverê jî nesekinî. Endamên partiyê bi saetan di wesayîta destgîrkirinê de hatin hiştin û piştre jî birin nezaretxaneyê.”

'BI DARÊ ZORÊ CILÊN JINAN JÊ KIRIN’

Bi domdarî Agrali diyar kir ku di dema destgîrkirinê de jin rastî tundiya psîkolojîk û fîzîkî hatine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “7 jinên hatin destgîrkirin, di dema destgîrkirinê de darê zorê û êşkenceyê neçarî lêgerîna tazî hatine kirin. 6 jinên siyasetmedar û rojnameger Rabîa Onver, piştî nezaretxaneyê derbasî odeyê hatin kirin û 4-5 polîsên jin bi darê zorê lêgerîna tazî lê ferzkirin. Li dijî hewldana lêgerîna tazî, jinan bertek nîşan dan û gotin; ‘lêgerîna tazî binpêkirina rûmeta mirovan e û dê destûrê nedin.’ Li ser vê nerazîbûnê jî polîsên jin bi awayekî dijmirovî nêzî destgîrkiriyan bûn. Bi dest û lingên wan girtin û bi darê zorê cilên wan jê kirin. Piştre jî bi darê zorê cilên wan lê kirin. Di vê navberê de destgîrkirî hatin kaşkirin, li dîwar hatin xistin û çêr lê hatin kirin.”

ŞOPÊN DERB Û ÊŞKENCEYÊ

Agrali, bertek nîşanî êşkenceya hatiye kirin da û wiha axivî: “Ev sepan, binpêkirina rûmeta mirovan e û nayê qebûlkirin. Êşkence û miameleya xerab a hatiye kirin, bi beyanên destgîrkiriyan hatiye tespîtkirin. Li ser bedena jinên destgîrkirÎ şopên derb û êşkenceyê hene.” 

Herî dawî jî Agrali got ku dê dev ji bûyerê bernedin û heta dawiyê bişopînin.