‘Ev konferans wê bibe bingeha têkoşîneke mezintir’

Jinên ku beşdarî Konferansa Kongra Star bûne diyar kirin ku, ev konferans teqez wê bibe bingeha têkoşînek mezintir.

Konferansa 4’emîn a Kongra Star a Herêma Efrînê “Bi rihê Jiyan û Zeyneban em ê destkeftiyên şoreşa jinê biparêzin û bi ser bikevin” duh bi beşdariya 300 delegeyên jin pêk hat.

Jinên Efrîn û Şehbayê yên ku tevlî konferansê bûne ji ANF’ê re axivîn û gotin: “Ev konferans teqez wê bibe bingeha têkoşîneke mezintir.”

‘JIN HEBÛN E, TU HÊZ WÊ NEKARIBE HEBÛNA JINÊ TUNE BIKE’

Endama Koordînasyona Kongra Star Elîf Şêx Mihemed destnîşan kir ku ew di pêvajoyek dîrokî de derbas dibin û wiha axivî: “Jinên birêxistinkirî, xwe perwerdekirî û yên li dijî pergala serdest a mêr berxwedanek bi mînak didin, dibin hedef. Lê divê bê zanîn berxwedana jinan a li dijî pergala kapîtalîzmê wê berdewam bike. Jin hebûn e, tu hêz wê nekaribe hebûna wê tune bike. Pergala serdest yên ku îro jinên berxwedêr dikin hedefa xwe, jinan qetil dikin û êrîşê pêşengên jin dikin, divê bizanibin ku ew ê li hember vê berxwedanê têk biçin.”

‘JINAN RÊXISTINBÛNA XWE BERFIREH KIRIN’

Endama Rêveberiya Desteya Kar û Barê Civakî Wefa Hisên jî diyar kir ku bi beşdariya gelek jin, ji pêkhateyên cuda wan konferansa xwe pêk aniye û got: “Li Şehbayê pêşketinên mezin hatine bidestxistin. Jin bi rêya raman û felsefeya Rêber Apo gelek xwe pêş xistin û rêxistinbûna xwe berfireh kirin.”

‘JIN BERXWEDANIYEKE MEZIN NÎŞAN DIDE’

Cîgira Desteya Jin Emîne Mela Hesen anî ziman ku wan konferansa xwe ya 4’emîn di nava şert û mercên gelek dijwar de pêk anîne û wiha got: “Lê jin bi rihê têkoşînek bêhempa û vînek bilind li dijî her şert û mercên dijwar, berxwedaniyek mezin nîşan dide. Ev konferans wê teqez bibe bingeha têkoşîn, berxwedan û azadiya Rêber Abdullah Ocalan.”