MKGP’ê ji bo rojnamevanên jin ên girtî kampanyayek da destpêkirin

MKGP'ê ji bo rojnamevanên jin ên girtî kampanya 'Ji bo jinên rojnamevan azadî' da destpêkirin.

Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP), ji bo piştevaniya jinên rojnamevan ên girtî dest bi kampanyaya "Ji bo jinên rojnamevan azadî" kir. Di daxuyaniya MKGP'ê ya têkildarî kampanyayê de hat destnîşankirin ku "Ji bo jinên rojnamevan azadî" ji bo hevgirtina bi rojnamevanan re zêde bibe hatiye destpêkirin.

'EM QEBÛL NAKIN, EM Ê TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN’

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Azadiya çapemeniyê ji bo pêşketina civakî û jiyaneke demokratîk jêneger e. Divê têkoşîna azadiya çapemeniyê û azadî û mafê jinê bi hev re bê meşandin. Ev yek ji berpirsiyariya me ya sereke ye. Îro li Tirkiyeyê li dijî jinên rojnamevan binpêkirina mafên cidî pêk tên. Li Tirkiyeyê herî kêm 10 jinên rojnamevan girtî ne. Derbarê bi dehan jinên rojnamevan doz hatine vekirin û gelek hempîşeyên me di dema şopandina nûçeyan de bi êrîşê rû bi rû dimînin. Em vê yekê qebûl nakin', berevajî vê yekê weke jin em têkoşîna xwe mezintir bikin.

Ji bo em MKGP piştevaniya xwe ya bi hevrêyên xwe re xurt bikin, em ê li ser medyaya dîjîtal dest bi kampanyaya 'Ji bo jinên rojnamevan azadî' bikin. Di çarçoveya kampanyaya xwe de em ê bi hemû hempîşeyên xwe yên li dijî sansurê têkoşînê dikin, ên girtî û negirtî tên darizandin, li qadan tên astengkirin di nava piştevaniyê de bin.

Em di serî de ji bo azadiya xebatkarên çapemeniyê bangê li jinên rojnamevan, li rêxistinên girseyê yên demokratîk, raya giştî dikin ku tevlî kampanyaya me bibin."

 Bi rêya vê lînka (https://chng.it/RfqZ9Fxy) hûn dikarin piştgirî bidin kampanyayê.