Bûldan: Divê heyetên serbixwe li hemberî êrîşên kîmyewî rol bistînin

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan bal kişand ser êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk got “Di medyayê de agahî û delîlên cîddî hene. Divê heyetên serbixwe rola xwe bi cih bînin.”

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li navenda partiya xwe bi hevserokên jin ên rêxistinên bajaran ên HDP’ê civiya.

Bûldan bi silavkirina jinên girtî dest bi axaftina xwe kir û got “Tifaqên global, emperyal û faşîst hewl didin têkoşîna jinan bişkînin û zilma li ser gelan bikin û daxwazên azadî û wekheviyê ji hoê rakin. Lê ez dixwazim bibêjim ku ev hesabê wan pêk nayê. Jin nahêlin ev hesap pêk werin. Li hemberî van planan têkoşîn û berxwedana jinan heye. Îro slogana jin, jiyan, azadî ya têkoşîna jinên Kurd li her dera dinyayê bûye hêviya azadiyê ya jinên cîhanê. Me jinan got jin, ev tişt li Rojava bû jiyan û niha jî li dinyayê dibe azadî.

WÊ PÊNÛSA NAGIHANÊ LI ERDÊ NEMÎNE

Ji ber encama heman tirs û ferasetê hevala me Nagihan Akarsel jî hate qetilkirin. Ez careke din Nagihan bi rêzdarî bi bîr tînim û tifaqên qirêj ên ku ew qetil kirine jî şermezar dikim. Divê feraseta ku Nagihan qetil kiriye, vî tiştî baş bizanibe çawa ku jinan têlek porê Jîna Emînî li erdê nehiştin wê pênûsa Nagihanê jî li erdê nehiştin. Wê ew pênûs heqîqet û têkoşîna jinan binivîse.

QETLÎAMA LI SER KARKERAN

Welatekî wisa ava kirin ku ji ber kontrolnekirin û cezanedayînê qetlîam pêk tên. Karker ji bo gezek nan di şertên giran de dixebitin û ji neçarî çavê xwe ji vê zilmê re digire. Herî dawîn li Amasrayê di qetlîama madenê de 41 karker hatin qetilkirin, em sersaxiyê ji malbatên van karkeran re dixwazin.

ÊŞKENCEYA LI GIRTÎGEHAN

Îro sedema ku Tirkiye ketiye nav gelek krîzan ev e ku tecrîdeke giran heye û li girtîgehan ev tecrîd hatiye qedexekirin. Ji ber vê êşkenceya giran Tirkiye hatiye ber asta hilweşandinê.

ÊRÎŞÊN ÇEKÊN KÎMYEWÎ

Di operasyonên dersînor de di rojên dawîn de gelek delîlên cîddî derketine holê ku êrîşên kîmyewî hatine kirin. Vê rewşa xetere xisarê dide gelên herêmê û welat. Beriya ku hilweşandinên mezin pêk were, divê ji vî tiştî vegerin. Divê heyetên serbixwe biçin lêkolînê bikin û heqîqet were eşkerekirin.

Çareserî ne di şer û siyaseta ewlehîparêz de ye, di diyalog û muzakereyan de ye. Ji ber vê me wekî heyetekê duh ji bo hevdîtina bi rêzdar Abdullah Ocalan serlêdanek kir. Em dixwazin li ser vê serlêdana me were sekinandin û heyeta me biçe Girava Îmraliyê bi rêzdar Abdullah Ocalan re hevdîtinekê bike.”

Bûldan di dawiya axaftina xwe diyar kir ku wê li hemberî faşîzm, tarîtî û şeran wê sedsala 21’emîn bibe sedsala jinan.