Ataselîm: Li pêşiya jiyana me ya azad kes wê nikaribe bibe asteng

Sekretera Giştî ya KCDPD'ê Fîdan Ataselîm anî ziman, hinek hene ku rejîma molla ya li Îranê ji xwe re dikin mînak û got, "Em dixwazin bi rengekî azad bijîn û kes wê nikaribe li pêşiya vê bibe asteng."

Li Îranê, xwepêşandanên bi pêşengiya jinan dewam dikin, ku piştî qetilkirina Jîna Emînî ya ji ber xuyakirina porê wê, destpê kirin. Li Stenbolê jî bi pêşengiya Komeleya Platforma 'Em ê dawî li kuştina jinan bînin' (KCDPD) ji bo piştgiriya bi jinên Îranê re xwepêşandan hatin lidarxistin.

KCDPD di hedefa polîtîkayên dijminatiya li jinan ên desthilatdariyê de ye û gefa girtinê li ser heye. Sekretera Giştî ya KCDPD'ê Fîdan Ataselîm ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku zextên li Îranê û yên li Tirkiyeyê ne dûrî hev in.

'HINEK HENE KU ÎRANÊ JI XWE RE DIKIN MÎNAK'

Ataselîm ragihand ku li Tirkiyeyê hinek hene ku Îranê ji xwe re dikin mînak û destnîşan kir ku nimûneya şênebr a vê yekê jî polîtîkayên dijminatiya li jinê ye. Ataselîm diyar kir, pêvajoya xetere ya ku bi betalkirina Peymana Stenbolê destpê kir, heta qedexekirina konseran dewam kir û got, "Her wiha hunermendeke jin hate girtin. Mesele ne gotina wê bû, kincê wê bû, hejandina ala keskesor bû. Hewl dan ku vê yekê bi rengê herî giran ceza bikin. Di şexsê Gulşen de xwestin çavê hunermendan hemûyan bitirsînin. Di nava civakê de beşek heye ku dijminatiyê li jinan dike. Li gorî wan, jin tenê koleyên mêr be hingî dikarin bijîn. Hewldana ji bo girtina komeleya me jî parçeyek ji vê yekê ye. Ev yek rêveçûneke gelekî metirsîdar e."

'DESTHILATDARÎ, MÊRAN TEŞWÎQ DIKE'

Ataselîm bi bîr xist ku bi îmzekirina Peymana Stenbolê re kuştina jinan kêm bû, lê belê bi polîtîkayên dijminatiya li jinan ên desthilatdariyê re ji nû ve zêde bû. Fîdan Ataselîm anî ziman ku bi taybetî di nava şert û mercên Rewşa Awarte û krîza aboriyê de kuştina jinan zêde bû û got, "Ji ber ku di demên bi vî rengî zehmet û zordar de gavên desthilatdtariyê diyarker dibin. Hêzê dide mêran û wan teşwîq dike. Hewl didin jinan jî bêhêz bikin."

Fîdan Ataselîm dstnîşan kir ku qanûn têne binpêkirin, bi binpêkirina destûra bingehîn re cihêkarî tê kirin û got, ji aliyekî ve êrîş li ser destketiyên jinan tên kirin, li aliyê din jî bi qanûna dezenformasyonê re dixwazin ku yên dengê xwe bilind dikin bêne bêdengkirin.

Ataselîm destnîşan kir ku tevî her tiştî jî civak li hemberî van zextan li ber xwe dide û wiha dewam kir: "Piştî ku ev desthilatdarî hate têkbirin û şandin, gelo wê her tişt sererast bibe? Na. Lê belê wê baştir bibe. Jin êdî wê bi şortê xwe, bi nixumandina serê xwe bi rengekî azad bijîn û kes wê nikaribe bibe asteng. Em ê nehêlin ku kes dest li kincên me werdin."