3 siyasetmedar hatin sirgûnkirin
3 siyasetmedarên jin ên li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê dihatin girtin, sirgûnî girtîgehên Kayserî û Tarsûsê hatin kirin.
3 siyasetmedarên jin ên li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê dihatin girtin, sirgûnî girtîgehên Kayserî û Tarsûsê hatin kirin.
Hevseroka berê ya HDP'ê ya Êlihê Fatma Ablay, aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Şîrvan Goçer ên di operasyonên qirkirina siyasî de 31'ê Gulanê li Êlihê hatin girtin, sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tarsûsê hatin kirin.
Endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Seyhan Başak a ku 15'ê Hezîranê dîl hate girtin, sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bunyanê ya Kayseriyê hate kirin.