Li Colemêrgê kirîn û firotina bêpere

Jinên Colemêrgî fêkiyên bexçeyên xwe hişk dikin û difiroşin. Di vê kirîn û firotinê de pere nayê bikaranîn. Di berdêla fêkiyan de alavên malê û mitbexê têne kirîn.

Li Colemêrgê gelek cûreyên fêkî û zebze şîn dibe. Hewa paqij, av û tava li herêmê tehmê dide fêkiyên wê. Şêniyên herêmê van beşek ji van berheman bi teze dixwin, beşekê jî hişk dikin ji bo zivistanê. Yên zêde jî çi bi teze çi jî hişkkirî difiroşin.

Okan Aslan ku bi salan e fêkiyên hişkkirî ji jinên li Colemêrgê û bajarên derdorê dikire û kar dike, dibêje ku ev kar ji pêşiyên wan maye. Aslan tîne ziman ku bi taybetî sêv, mişmiş û dendikê wan dikire û dibêje, "Di berdêla van de jî em alavên paqijiyê, her wiha yên mutbexê û malê didin. Yanî di vê bazara me de, di kirîn û firotinê de pere nayê bikaranîn. Li şûna berhemên ku em dikirin, berhemên cuda didin. Jin di berdêla fêkiyên hişkkirî yên difiroşin me, eşyayên ku pêwîstiya xwe pê hene dikirin. Ev karê me mîrateyeke ji pêşiyên me ye. Jin payîzê berhemên bexçeyê xwe hişk dikin. Em jî li nava gund û taxan digerin û van berheman dikirin. Bi taybetî li Colemêrg, Gever, Westan, Şemzînan, Şirnex, Tetwan û Bedlîsê dikirin û li Îzmîr, Bûrsa û gelek bajarên din difiroşin."

Jinên Colemêrgî bi salan e vî karî dikin. Li hewşa her malê fêkî û zebzeyên hişkkirî hene. Ji bo jinên Colemêrgî ev kar êdî ji rêzê bûye.