TJK-E: Werin em bi çalakiyên bênavber bibin nefesa gerîla!

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî banga "Werin em bi çalakiyên bênavber bibin nefesa gerîla."

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Daxuyaniyên Navenda Parastina Gel ku di 18’ê Cotmehê de di çapemeniyê de cih girt û dîmenên ku me di kêliyên dawî yên du gerîlayên bi çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dabûn dîtin, rûmeta sedsala 21’an ji bo berxwedêran, di heman demê de dîmenên şerma sedsala 21’an in.  Em dewleta Tirk a faşîst ku ev sûcê mirovahiyê kiriye, şermezar dikin. Em hemû hêzên ku bi siyaseta xwe bi awayekî eşkere yan nerasterast piştgiriya şerê li dijî gelê Kurd û sûcên li dijî mirovahiyê dikin û hevkar in, şermezar dikin. Em gerîlayên ku bi vîn, fedaîbûn û baweriya xwe li hemberî vê şêwazê şerê hovane li ber xwe didin, silav dikin, 17 cangoriyên azadiyê yên bi çekên kîmyewî şehîd bûne bi bîr tînin û sersaxiyê ji gelê Kurd bi taybetî ji malbatên wan re dixwazin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin:

“Dewleta Tirk a ku ev nêzî 50 sal in li dijî gelê Kurd û gerîlayên Azadiya Kurdistanê şer dike, ev 2 sal in çekên kîmyewî yên qedexekirî yên navneteweyî bikar tîne. Li gorî agahiyên HPG'ê, ji Sibata 2021'an û vir ve di nava salê de 367 êrîşên bi çekên kîmyewî hatine kirin; Ji ber bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî van êrîşan, dewleta Tirk di sala 2022’an de êrîşên xwe zêde kir û tenê di navbera Nîsan û Cotmeha 2022’an de 2467 êrîş pêk hatin. Herî dawî di 17’ê Cotmehê de tenê di rojekê de qadên gerîla 14 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Tenê mirov li van bîlançoyan jî binihêre, mirov nikare înkar bike ku hovîtiya herî mezin a sedsala 21’an pêk hatiye, berxwedaneke ji hejmaran mezintir heye. Dîmenên 2 gerîlayan ji bo me jî di nav de ji her kesî re peyamek e.

Banga me ji sazî û rêxistinên navneteweyî, dewletên Ewropayê re:

Berpirsiyariya dîrokî ne ew e ku mirov faşîzma Hîtler an jî dîktatoriya Seddam weke bi nostaljiyê bibîr bîne. Ji bo ku karibin li dijî rejîma Hîtler a îroyîn, pêkanînên Naziyan, sûcên li dijî mirovahiyê bisekinin, Divê rêxistinên weke Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) û Neteweyên Yekbûyî demildest bikevin nava liv û tevgerê û li dijî dewleta Tirk helwest nîşan bidin.

Banga me ji rêxistinên tenduristiyê û parêzeran re:

Her wiha em bang li rêxistinên tenduristiyê, rêxistinên serbixwe û bijîjkên ku jiyana mirovan pîroz dibînin dikin ku li dijî vî sûcê li dijî mirovahiyê bisekinin. Dîsa binpêkirina mafê herî bingehîn, mafê jiyanê, nikare bibe mafekî ku tenê bi peymanan û li ser kaxezê xwe îfade bike. Em bang li hemû hiqûqnasên li Başûrê Kurdistan û Ewropayê, bi taybetî jî li Tirkiyeyê dikin ku helwesteke layiqî rûmeta pîşeyî bidin. 

Banga me ji raya giştî ya demokratîk re ev e:

Kurd 50 sal in têkoşîna azadiyê ya bênavber dimeşînin. Ne tenê şerkirin e; Bi avakirina pergaleke alternatîf a bi paradîgmaya jina azadîxwaz a ekolojîk a demokratîk, ji bo hemû gelên cîhanê modelek ava dike. Êrîşên îro yên li hemberî gerîlayên azadiyê, êrîşa li dijî vê paradîgmayê, li dijî îdiaya gel a ku cîhaneke din mumkun e, êrîşeke li dijî tasfiyekirina vê alternatîfê ye. Êrîşa li dijî hemû beşên ku jiyana demokratîk û azad dixwazin, gerdûnî ye. Lewma divê têkoşîna li dijî wê gerdûnî be. Weke Kobanê, Serêkaniyê, Efrînê, erka parastina van destkeftiyan li hemberî çavkaniya kombûna 50 salî ya ku ji Rojava jî derketiye ser milê hemû beşên demokratîk, ekolojîst, anarşîst û sosyalîstan e.

Banga me ji hemû rêxistin û kesayetên jinan re wiha ye:

Têkoşîna azadiya jinê jî weke têkoşîna mafdar a gelê Kurd hatiye qonaxeke ku nayê vegerandin. Îro dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' li hemû cîhanê deng veda. Ev dirûşme keda Sara, Bêrîtan, Zîlan, Nagîhan, Sara û Rûkenan e. Ev keda Helbest, Zinarin û Amarayên ku îro li dijî kîmyasalan li ber xwe didin. Ji ber vê sedemê hemû rêxistinên jinan deyndarê Têkoşîna Azadiya Jinên Kurd in ku çavkaniya vê dirûşmeyê ne. Hemû jinên ku dirûşmeya jin-Jiyan-Azadî berz dikin! Banga me ji we re ye! Em bang li hemû rêxistinên jinan, derdorên femînîst û kesayetên ku xwe di vê dirûşmeyê de dibînin, siberoja xwe dibînin, bi van sê gotinan jiyana xwe diguherînin û îdiaya guhertina jiyanê dikin, xwedî li gerîlayên jin derkevin.

Banga me ji hemû partiyên Kurdistanî re:

Dewleta Tirk a faşîst di 100. salvegera Peymana Lozanê de li ser temamkirina qirkirina Kurdan xwe kilîtkirî ye. Ji ber vê sedemê li hemberî beşên serhildêr ên gelê Kurd şerê qirkirinê yê dîrokî dimeşîne. Çawa ku 17 şervanên herî dawî şehîd bûn, bi deh hezaran law/keç ên Kurd ên leheng ên ku di nava refên Azadiya Kurd de hatin cem hev, ev parçebûn pûç kirin, ji Bakur heta Başûr, ji Rojava heta Rojhilat yekitiya ruh û hestan ava kirin. Erka partiyên siyasî yên Kurd îro ew e ku dev ji hesabên biçûk berdin, li hember 100 Saliya Lozanê li kêleka hev bisekinin; Her wiha em dixwazin bidin zanîn ku PDK’ê berî vê bi çend mehan maskeyên gazê yên ku dê gerîlayan li hember êrîşên kîmyewî bi mehan biparêze desteser dike, heyetên ku dixwazin li ser vî sûcê li dijî mirovahiyê lêkolîn bikin asteng dike. Divê em PDK’ê yê ku di heman refê de cihê xwe digire di qadên navnetewî de teşîr bikin.

Banga me ji bo gelê Kurd û jinên Kurd:

Gelê Kurd di van 50 salên dawî de bûye şahidê gelek êşên mezin ku mirov nikare bilêv bike, Weke jinên Kurd ên ku neçar man li Ewropayê bijîn, em şahid û mexdûrên van hemû pêvajoyan in. Tevî ku bi salan em ji erdnîgariya xwe qut bûne, rûyê me her tim ber bi welat bûye, dilê me her tim bi zarokên herî bi qîmet ên welatê me re ye, gotina me her tim ew bûye ku em li ser şopa berxwedêran bimeşin. Weke ku zanyarê kurdan Apê Mûsa jî gotiye, her tim berxwedanî bûye parê Kurdan. Em jî bi vê yekê bi rûmet bûn.

Herî dawî jî dîmenên du gerîlayên ku bi madeyên kîmyewî şehîd bûne, ji dilê me re gelek giran hat. Berpirsiyariya me jî giran e. Weke ku me diyar kir, ev dîmen ji bo me jinên Kurd, ji gelê Kurd re peyamek e. Dixwazin me bê nefes bihêlin. Şerê hebûn û tinebûnê gihiştiye asteke bi vî rengî, gerîla jî di van şert û mercan de bênavber têdikoşe.  Êdî kes nikare jiyana xwe ya asayî bidomîne. Ne çalakiya wê û ne jî rêxistinbûna wê dikare bibe mîna pêvajoyên asayî.

Tevgera Azadiyê ya Kurd bi dayîna berdêlên giran, bi nîşandana îradeya xwe ya ji bo veguherandina êşên ku her tim jiyaye, bi derketinên xurttir û têkoşînê ve hatiye van rojan. Gelê Kurd û jinên Kurd 50 sal bi bawerî bi hêz, îrade û rêxistina xwe meşiyan. Bi vî awayî destkeftiyên xwe bi dest xist. Îro hêza bingehîn a ku faşîzm û sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk ji hemû cîhanê re eşkere bike gelê Kurd bi xwe ye.

Weke TJK-E’yê em di wê baweriyê de ne ku gelê Kurd û jin wê bi vê berpirsyariya dîrokî rabin. Li ser vê bingehê em bang li hemû gelê xwe yê li Ewropayê dijîn, jinên Kurd, hemû meclîsên jinan, înîsiyatîfa û pêkhateyan dikin ku bi ruhê seferberiyê rabin ser piyan û bi çalakiyên bênavber vî sûcê mirovahiyê derxin holê."