Jin zêde dixebitin, pir hildiberînin, hindikî qezenç dikin

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî jinên li qadên bejahî dimînin zêde dixebitin, zêde hildiberînin, lê kêm qezenç dikin û bi têrkerî nikarin xwe xwedî bikin.

Çandiniya ku bi giranî ji aliyê jinê ve tê kirin, ji sedî 80 ê hilberîna xurekê ya li Asya û başûrê Sahra ya Efrîkayê ye. Ev yek tê wê wateyê, ku nêzî 2.5 milyar mirov ji aliyê jinan ve têne xwedîkirin.

Lê belê tevî vê yekê jî ji aliyê milkiyeta xak û heywanan, mûçeyê wekhev, cihgirtina li mekanîzmayên biryardayinê, xwegihandina çavkanî, kredî û bazarê ve cihêkarî li jinan tê kirin.

Her wiha li van herêmên bejahî tundiya zayendîperest a civakî li jinan tê kirin, neçar têne hiştin ku di temenê zarokatiyê de bêne zewicandin (zarokên keç neçar têne hiştin ku dest ji dibistanê berdin) û barê karên li nava malê hemû li ser milê jinê tê hiştin.

Her wiha ji ber tundiyê û leşkeriya mêr, jin neçar têne hiştin ku berpirsyariya debara malbatê hemûyî bi cih bîne. Bi giranî jî herî dawî û herî kêm xwarinê dixwin.

Çend ji pirsgirêkên sereke yên bi serê jinên li qadên bejahî tên wiha ne:

- Jinên li qadên bejahî hîn bi kêmanî xwe digihînin derfetên xak, kredî, çandinî, bazarê û berhemên wan jî bi buhayekî erzan têne firotin.

- Astengiyên bingehîn û pîvanên civakî yên cihêkar dibin sedem ku jin di nava malbat û civakê de nikaribin tevlî hêza biryardanê bibin.

- Jin û keçên li qadên bejahî ji aliyê bidestxistina çavkaniyên hilberînê, bidestxistina xizmetên perwerde û tenduristiyê, xwegihandina derfetên binesaziyê yên mîna derfetên av û kanalîzasyonê, bêpar têne hiştin.

- Ji ber koça mêran, barê kar girantir dibe. Lê belê tevî vê yekê jî keda jinan bi giranî ji nedîtî ve tê û bêbersiv tê hiştin.

- Çend mînak ne di nav de li gorî daneyên cîhanî, jinên li qadên bejahî li gorî jin û mêrên li bajaran di rewşeke hîn nebaş de ne.

- Xizanî, biçûkdîtin û guhertinên avhewayê bandoreke hîn girantir li jinên li qadên bejahî dikin.