KJK'ê banga 'dijmin ji her derê ve dorpêç bikin' kir

Koordînasyona KJK'ê derbarê êrîşên kîmyewî yên li hemberî gerîla de daxuyaniyek da û got: "Divê em rabin ser piyan û têkoşîna ku wê dijmin ji her derê dorpêç bike û tecrîd bike û ji dîrokê rake, geş bikin."

Koordînasyona KJK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku 44 gerîla ji ber çekên bi kîmyewî şehîd bûne û got ku dewleta Tirk ku bi gerîla nikare, bi çekên kîmyewî êrîş dike. KJK’ê banga geşkirina têkoşîn û şerê xweparastinê li dijî şerê qirêj ê taybet kir.

44 HEVALÊN ME JI BER BANDORA ÇEKÊN KÎMYEWÎ ŞEHÎD BÛN

Daxuyaniya KJK’ê wiha ye:

“Di daxuyaniya Fermandariya Navendî ya Parastina Gel a 18’ê Cotmehê de hat diyarkirin ku di şerê du mehên dawîn de, 17 gerîlayên me bi çekên kîmyewî ku artêşa faşîst a AKP-MHP’ê bi kar anîne, şehîd bûn. Ji 14’ê Nîsanê ta bi niha bi giştî 44 hevalên me ji ber bandora çekên kîmyewî şehîd bûne.

Em li ber bibîranîna van şehîdên xwe yên li dijî vî şerê bibêexlaqî yê sedsala 21’emîn ku bi temamî bi teknîkê tê kirin di çeperên berxwedanê de bi şarezayî û qehremanî şer kirin bi rêzdarî minet bejina xwe ditewînin. Em soza girêdayîbûna bi bibîranînên wan ve bi biryardariya avakirina Kurdistana azad û biserketinê, didin.

NIKARIN TÊK BIBIN BI ÇEKÊN KÎMYEWÎ ÊRÎŞÊ DIKIN

Dijmin di vî şerê bêrehm de tevî tecrûbeya xwe ya şer û teknîka şer a pêşketî bi gerîla nikare lewma bi çekên kîmyewî êrîş dike. Ev ne nîşaneya hêza dijmin lê neçariya dijmin a li dijî gerîla ye. Di vî şerê bi şeş mehan ê bi şev û roj berdewam e de, li bejahiyê û di tunelên şer de tu gavek bi pêş de neçûye. Hikûmeta şer a AKP-MHP’ê, li dijî gerîla ku bi ser dijmin de diçe, neçar e. Bi bikaranîna çekên kîmyewî, li xwe mikur tê ku hêza wê ya têknîk û leşkerî ya şer nîn e, nikare şer bike, lewma çekên kîmyewî bi kar tîne. Em ji dîmenên gerîlayan, baş dizanin ku hevrêyên me li dijî çekên kîmyewî bi vîneke çawa li ber xwe didin. Gerîla ku tevahiya vîna APOYÎ, evîna ji bo azadiyê û profesyonelî ye, bi netêkçûna xwe ruhê serkeftinê bi nivîsîna dîrokê derdixe holê.

GERÎLA BI BIN NEKEVE BI SER DIKEVE, DEWLET BI SER NEKEVE BI BIN DIKEVE

Wezîrê Karên Derve Henry Kîssînger, di şerê Vîetnamê de dibêje: ‘Gerîla heta ku têk neçe bi ser dikeve, dewlet heta ku bi ser nekeve bi bin dikeve.’ Hêzeke emperyal, tecrûbeya xwe ya di şerê li dijî gerîla yê Vîetnamê de bûye xwedî wiha, tîne ziman û rast e. Li Kurdistanê jî gerîlayên me li dijî êrîşên qat bi qat zêdeyê Vîetnamê her tim nîşan didin ku têk naçin. Serdemeke wiha ku dewleta ewqas neçar bûye, bê taktîk bûye, xwe li derewan û şerê taybet digire, divê her kes li cihê ku lê ye, wê derbeya mirinê li vê hêza faşîst bixe. Dema tifaqa têkoşîna gerîla, gel û jinan ku têk naçe, hatiye. Derbeya mirinê ya asas, gava gerîla û gel bibin yek wê lê bê xistin.

DEM HATIYE

Dem hatiye. Di serî de Kurdistan, li her derê dema azadî û demokrasiyê ye, dema serkeftinê ya gel û jinan e. Jin û gelên ku li Rojhilat her tiştî didin ber çavên xwe û serî radikin ji bo her kesê cihê hêz û coş û peroşê ne.

Em KJK, bang li hemû jinan û gelê xwe dikin ku li dijî vê rejîma qirker, têkoşîna derbeya mirinê ya li dijî hikûmeta AKP-MHP’ê, geş bikin.

DIVÊ MIROV RABE SER PÊYAN Û DORÊ LI DIJMIN BIGIRE

Li ser vî asasî, divê em rabin ser pêyan, dor li dijmin bigirin, dijmin ji dîrokê bibin, têkoşînê geş bikin. Divê benê sêdarê yê sedsala 21’emîn jî xistine stûyê Kurdan biqetînin û biavêjin û Kurdistana azad û demokratîk, şoreşa jinan bikin diyarî ji bo gelên herêmê û cîhanê.

Ji xeynê vebijêrka azadî ji bo Kurdan û jinan tu vebijêrkeke din a jiyanê nîn e. Ji bo Kurd û jin wek kole bijîn, bi şerê taybet ê bi her awayî, bi teknîka şer a cur bi cur, bi çekên kîmyewî û nukleer ên taktîk, gerîla û gelê Kurd û jinan dikin hedef. Dijmin vê ferz dike.

Li bijî parastina azadiya xwe, jiyandina nirxên xwe, hem erkeke neteweyî ye hem jî mirovî ye. Destpêkê ciwan û jin divê her kes li ser asasê azadiyê parastina xwe bike. Divê her der bibe qada têkoşîna piştevaniya ji bo gerîla.

DEMA JIYANA BI RÛMET Û AZADÎ YE

Dema jiyana bi rûmet û azadî ye. Cih, cihê jiyana bi rûmet û bi azadî ye. Divê mirov ji bîr neke ku dijmin li çiya bi bikaranîna çekên kîmyewî dikeve hewila çikandina bêhnê li gerîla

DIVÊ HER DER BIBE QADA TÊKOŞÎNÊ

Kurd û jin, divê li dijî vî şerê qirêj û taybet şerê bi rûmet ê parastina cewherî mezin bike, her derê bike cihê têkoşînê.

Kurd û jin, bi girseyî helwesta xwe nîşanê xiyaneta PDK’ê bidin ku di vî şerî de dihêle ku dijmin bêhna xwe bide û ala xwe dixe navberê û ji dijmin re dibe mertal. Xiyaneteke wiha ku hêza xwe ne nîşanê dijmin lê nîşanê maskeyên gazê ku biçin ji bo gerîla, bide, nayê qebûlkirin. Di şehîdbûna her hevalekê/e me bi bi çekên kîmyewî de para PDK’ê heye ku dest da ser maskeyên gazê, li çiyayên me yên azad ji bo leşkerên dijmin bû rê. Gelê me û jin, divê bersiva pêwist a ji bo vê xiyanetê bidin.

Bi taybetî, gelê mey ê Başûr ku rû bi rûyê qetlîameke bi çekên kîmyewî ya wek Helepçeyê bûye, divê helwesta xwe bi awayê herî xurt hem li dijî dagirkeriya Komara Tirkiyeyê ya faşîst a mêtinkar hem jî li xiyaneta PDK ya hevparê bikaranîna çekên kîmyewî û vê, nîşan bide û qebûl neke. Divê gelê me yê Başûr ku şahidê herî nêz ê vê şerî ye hesab bixwaze û bêdeng nemîne.

Ev konsepta şerê taybet, konsepta sedsala 21’emîn e. Konsepteke navneteweyî ye ku li Kurdistan, herêm û cîhanê tê ferzkirin. Lewma êrîşên hikûmeta şer ên AKP-MHP’ê, di heman demê de êrîşeke gerdûnî ye, têkoşîna gerîlayên me ya li dijî vê, têkoşîn û berxwedaneke gerdûnî ye. Ev berxwedan, di heman demê de serkeftina gelên Tirkiyeyî, gelên Rojhilata Navîn û cîhanê ye.

BANGA GEŞKIRINA TÊKOŞÎNÊ Û SERKEFTINA HEVPAR

Li ser vî asasî, em bang li hemû derdorên ji bo şoreş û demokrasî û azadiya jinan têdikoşin ku bên em bi hev re têkoşîna geş bikin û bi hev re bi ser bikevin. Ev têkoşîn, têkoşîna ji bo mirovahiyê ye, têkoşîna mirovahiyê ya ji bo bidestxistina pêşeroja xwe ye. Femînîst, sosyalîst, ekolojîst, anarşîst, hemû alîgirên demokrasiyê, divê vê têkoşîna ji bo mirovahiyê li her derê geş bikin û berbelav bikin. Divê em, pêşeroja xwe bi hev re bi dest bixin, ava bikin û sedsala 21’emîn bikin wek sedsala gel û jinan.

Li ser vî asasî, em, bang li her kesê dikin ku têkoşînê geştir bikin, her kêlî û cihî veguherînin kêlî û cihê zorlêdayîn û tecrîdkirina dijmin. Em bang dikin ku wek hêzên azadî û demokrasiyê bibin yek, bibin kulmek ku dorê li dijmin bigirin û derbeya mirinê lê bixin.“