JIN
Hemû Nûçe
-
Li Lînzê çalakiyên 25’ê Mijdarê
Kurdistanî û Awûstûryayî bi boneya 25’ê Mijdarê li bajarê Lînzê çalakî li dar xistin. -
Têkoşîna jinan a ‘Jin, jiyan, azadî’ li Îspanyayê jî belav dibe
Di meşên 25’ê Mijdarê de li Îspanyayê wêneyên têkoşerên jin ên Kurd hatin hildan û di meşan de axaftinên ji bo piştgiriya têkoşîna Kurdistanê hatin kirin. -
Dostên Kurdan li dijî êrîşên qirkirinê daketin qadan
Kurd û dostên wan li dijî êrîşên bi ser Kurdistanê daketin qadan û xwestin êrîşên dagirkeriyê demildest bên rawestandin. -
Jinên berxwedêr bi dirûşma “Jin jiyan azadî“ li Ewropayê hatin silavkirin - HATE NÛKIRIN - I
Di xwepêşandanên 25’ê Mijdarê yên li bajarê Ewropayê de peyama birêxistinbûna bi hev re li dijî şidetê hat dayîn. -
Jinan li Stenbolê guh neda qedexeyê – HATE NÛKIRIN
Jinan guh neda biryara qedexekirinê ya Qeymeqamtiya Beyoglûyê û tevî destgîrkirin û hewila astengkirinê ya polîsan û 25’ê Mijdarê li dijî dewleta mêr li qadan serî hildan. -
Li Lavrîoyê jin li dijî şîdetê meşiyan
Li Kampa Lavrîoyê bi boneya 25’ê Mijdarê bi pêşengiya TJK-E’yê meşek hat lidarxistin. -
Dîmenên êşkencekirina li Garîbe Gezer derketin holê
Jinnewsê xwe gihand dîmenên êşkenceya ku li Garîbe Gezar hatî kirin ku li Girtîgeha Kandirayê hat qetilkirin. -
Li Rojava jin ji bo 25'ê Mijdarê daketin qadan-HAT NÛKIRIN
Jinên li herêmên Efrîn, Kobanê û Hesekê ji bo 25’ê Mijdarê daketin qadan. -
Polîsan êrîşî meşên 25’ê Mijdarê kirin: Gelek jin hatin destgîrkirin
Li Cizîr û Wanê jin dema li hemberî şîddeta mêran û dewletê daketin qadan, polîsan êrîşî jinan kir û gelek jin destgîr kirin. -
Jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan
Jinan bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinan a Navneteweyî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakî li dar xistin û peyamên berfirehkirina têkoşîn û piştgiriyê dan. -
YJA Star: Baweriya bi Rêber Apo tê wateya xwedîlêderketina nirxên wî ava kiriye
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê salvegera 44’emîn a avabûna PKK’ê pîroz kir û got “Baweriya bi Rêber Apo tê wateya jiyîna wekî ya dawî, tê wateya xwedîlêderketina nirxên ku wî ava kiriye û pêkanîna wê.” -
Taşdemîr: Jinên Kurd pêşengiyê dikin
Parlamentera HDP'ê Dîlan Dirayet Taşdemîr, bal kişand ser berxwedana jinên Rojhilat û Rojava û diyar kir ku jinên Kurd bi têkoşîna xwe ya dîrokî ji hemû cîhanê re pêşengiyê dike. -
Kurdistan Makû: Li dijî pergala serdest, berê xwe bidin nava refên HPJ'ê
Gerîlaya HPJ’ê Kurdistan Makû têkîldarê 25’ê Mijdarê û serhildana li Rojhilatê Kurdistanê got, “Dema jin bibin yek, wê ev pergala desthilatdarî ya mêr hilweşe. Ji bo hilweşandina pergala serdest, berê xwe bidin nava HPJ’ê.” -
'Li dijî tundiyê divê em bibin yek'
Lolita Chavez şerê qirêj ê li Kurdistanê şermezar kir û got, "Mirovahî divê ji bo Kurdistanê daxwaza edaletê bike. .Eger Kurdistan ne azad be, ti gel wê azad nebe." -
Li Helebê meşa 25’ê Mijdarê: Şoreşa jinê wê bi ser bikeve
Li Helebê jin bi boneya 25’ê Mijdarê meşiyan û diyar kirin ku şoreşa jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û berxwedana gerîla wê bi ser bikeve. -
TêkoJIN’ê sirûda ‘Tîrêjên Rojê’ çêkir
TêkoJIN’ê klîbek li ser birêxistinbûna ji bo têkoşînê ya jinan derxist. Bi klîba bi navê “Tîrêjên Rojê“ hat derxistin hemû jinên li dijî tundiyê têdikoşin, hatin silavkirin. -
JKŞ: Berxwedana jinê wê dagirkerî û tundiyê têk bibe
Jinên Komunîst ên Şoreşger, bi boneya 25’ê Mijdarê daxuyaniyek nivîskî da û got: “Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî dagirkerî û tundiyê hemû qadan bikin eniyên berxwedanê. Divê hemû kolan bi dirûşmeya ‘Jin, jiyan, azadî‘ veguhere qada berxwedanê.“ -
Jinên Mexmûrê li dijî tundiya li ser jinê meşiyan
Jinên Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navnetewî, bi dirûşma ‘Bi ruhê Jinên şoreşger em ê li hember hemû rêbazên dagirkeriyê têbikoşîn’ meşiyan. -
Jinên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê: Di 25’ê Mijdarê de em ê li qadan bin
Jinan li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi boneya 25’ê Mijdarê daxuyanî da û got: “Em qedexeyên çalakî û aktîvîteyan ên ji aliyê walitiyan ve tên pêkanîn qebûl nakin. Em ê îro jî di 25’ê Mijdarê de jî li kolanan û li qadan bin.” -
HDK: Di 25’ê Mijdarê de em li qadan bin
Meclîsên Jinan ên HDK’ê 25’ê Mijdarê silav kir û got “Li dijî pergala zilaman wê têkoşîna me bidome. Em ê li qadan bin.” -
KBDH: Di 25’ê Mijdarê de em kolanan bikin çeperên şer
KBDH’ê bang li hemû jinan û nasnameyên zayendî yên bindest kir ku bila di 25’ê Mijdarê de kolanan bikin çeperên şer. -
Standa 25’ê Mijdarê li Kopenhagê hat danîn
Meclîsa Jinên Kurd û Platforma Jinên Sînornenas ên li Danîmarkayê bi hev re standa agahdarkirinê danî û wiha gotin: “Em silav li Rêber Apo dikin ku li dijî tundiyê em hînê berxwedanê kirin.“ -
Hêvî Sarya: Li dijî faşîzm û tundiya dewlet mêr li ber xwe bidin
Endama Konseya Giştî ya KBDH'ê Hêvî Sarya got, "Li dijî dagirkerî û tundiya mêr dewletê divê jin têkoşîna yekbûyî bi rêxistin bikin." -
YJAD: Em dakevin qadan û tevlî raperîna azadiyê bibin
Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk (YJAD) bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar û got, "Em bang li jinan hemûyan dikin ku dakevin qadan, tevlî raperîna azadiyê bibin û têkoşîna hevpar mezin bikin." -
Kongra Star banga birêxistinbûnê li jinan kir
Kongra Star diyar kir, ku jin li hemberî her cûre tundiya dewlet û hişmendiya zilam bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” têkoşîna xwe ya azadiyê bilind dikin û bang li hemû jinan kir ku cihê xwe di nav şoreşê bigirin.