Standa 25’ê Mijdarê li Kopenhagê hat danîn

Meclîsa Jinên Kurd û Platforma Jinên Sînornenas ên li Danîmarkayê bi hev re standa agahdarkirinê danî û wiha gotin: “Em silav li Rêber Apo dikin ku li dijî tundiyê em hînê berxwedanê kirin.“

Meclîsa Jinên Kurd û Platforma Jinên Jinên Sînornenas ên li Danîmarkayê, bi boneya  25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî li taxa Nytorv a li navenda Kopenhaga paytexta Danîmarkayê konê agahdarkirinê danîn.

Jinan got: “Em, bêdengiya welatên garantor a li dijî van êrîşên kirêt ên hikûmeta faşîst a Erdogan ên li ser Rojava şermezar dikin.“ Jinan destnîşan kirin ku ew di pêvajoyeke wisa de ne ku îdeolojiya xurt a li dijî tundiya mêrserweriyê veguheriye xeta xweparastinê ya jinan.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wê pergaleke demokratîk a ku jin jî xwediyê heman mafan bin bê avakirin û hat gotin: “Em silav li Rêber Apo dikin li dijî tundiya hêzên desthilatdar em hînê berxwedanê kirin.“