Jinên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê: Di 25’ê Mijdarê de em ê li qadan bin

Jinan li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi boneya 25’ê Mijdarê daxuyanî da û got: “Em qedexeyên çalakî û aktîvîteyan ên ji aliyê walitiyan ve tên pêkanîn qebûl nakin. Em ê îro jî di 25’ê Mijdarê de jî li kolanan û li qadan bin.”

Jinên ku di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navnetewî li gelek bajaran çalakiyên xwe didomînin, ji bo meşa fînalê ya di 25’ê Mijdarê were kirin banga tevlêbûnê kir.  

AMED

Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) û Tora Têkoşîna Bi Tundiyê re ya Amedê ji bo meşa ku sibê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li dar bixin li ser medyaya dîjîtal bi hashtagên “#DemDemaMeşaJinane” û “#25êMijdarêNikareBêAstengKirin” kampanya dan destpêkirin.

Di parvekirinê de bang li hemû jinan hate kirin ku derkevin qadan û wiha hate gotin: “Em qedexeyên çalakî û aktîvîteyan ên ji aliyê walitiyan ve tên pêkanîn qebûl nakin! Em ê îro jî di 25’ê Mijdarê de jî li kolanan û li qadan bin. Em ê li dijî hemû qedexeyan dengê xwe, gotina xwe û têkoşîna xwe mezin bikin. Em bang li herkesê dikin ku piştevaniya kampanyaya me ya hashtagê ya li dijî qedexeya çalakî û aktîvîteyan daye destpêkirin, bikin.”

WAN

Li Wanê di pêşengtiya TJA’yê de li cadeya bajêr a hatin û çûyîn lê herî zêde konvoya “Jin jiyan azadiyê” li dar xist. Aktîvîstên TJA’yê, Meclîsên Jinan ên DBP û HDP’a Wanê, Komeleya Jinan a Starê û Platforma Jinan a Wanê û gelek jin beşdarî konvoyê bûn. Jinên ku li Hala Sebze hatin cem hev wesayîtên xwe bi qurdeleyên xemir xemilandin û bi rê ketin. Jinan di konvoya heta li avahiya HDP’a Wanê bi berzkirina dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” berzkirin. Dema derbasbûna konvoyê jinên ku derketin şaneşînan jî bi dirûşmeyan piştevaniya konvoyê kirin.

‘POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET TÊN MEŞANDIN’

Platforma Jinan a Wanê jî bi mijara “Qeyrana Aboriyê û Keda Jinê” li Eywana Konferansa Tahîr Elçî panelek li dar xist. Hevseroka Giştî ya KESK’ê Şukran Kablan Yeşîl, ji Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê akademisyen Doçent Dr. Selda Tûncer û parêzer Fatma Ulgen beşdar bûn. Di panelê de parêzer Fatma Ulgen dîroka 25’ê Mijdarê vegot. Dû re Şukran Kablan Yeşîl a mafê axaftinê girt, bi lêv kir ku desthilata AKP’ê 20 sal in desthilateke girêdayî xizantî, rant û talanê avakir. Tûncer a piştî Yeşîl axivî jî mijarên xizanî û tundiyê pêşkeş kirin. Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.

COLEMÊRG

Platforma Jinan a Colemêrgê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navnetewî de daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniya li ber deriyê avahiya Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Colemêrgê hate dayîn de gelek jin amade bûn.

Di daxuyaniya jinan de pankarta, “Hişyar bibe, li ber xwe bide û azad bibe” , “Jin jiyan azadî”, “Li dijî faşîmze û qirkirina jinan dem dema azadiya jinan e” hate vekirin û dowîzên “Bila Peymana Stenbolê pêk were”, “Keda me, nasnameya me, bedena me ya me ye”, “Bijî têkoşîna me ya jinan” û “Em por, maf û azadiya xwe diparêzin û têkoşîna xwe mezin dikin” hatin hilgirtin.

‘LI DIJÎ ŞER EM Ê LI QADAN BIN’

Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sîpan Tûran a di daxuyaniyê de axivî, dest nîşan kir ku weke xwişkên Mîrabel ên ku bi daxwaza azadiyê ala berxwedanê bilind kirine û got: “Jin îro li dijî her cure desthilatdariyên mêtînger û faşîst li ser kevneşopiya berxwedanê radiwestin. Ji çar aliyên cîhanê heta Arjantîn, Şîlî, Polonya, Efxanîstan û Rojava berxwedanên jinan bilind bûn. Piştî ku Jîna Emînî li Îranê hate qetilkirin, li dijî desthilatdarî û rejîmên otorîter serhildanek hat destpêkirin. Em weke jin di 25’ê Mijdarê de li dijî tundî, zayendperestî, şer, xizaniyê em bi bilindkirina serhildana wekhevî, edalet, aştî û azadiyê li qadan in.”

Tûran di dawiya axaftina xwe de banga tevlêbûna meşa ku dê sibê saet 13.00’an de li ber Otela Oslo ya li navçeya Geverê bê lidarxistin kir.

EDENE

Şaxa Odeya Endezyarên Avahiyê (ÎMO) ya Edeneyê di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de daxuyaniyeke nivîskî da. ÎMO’yê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser kêmbûna baweriya li edaletê û wiha got: “Di jiyana bêedalet û bêhiqûqî lê serwer e tundî û zext kêm nabe. Îro ya li Îranê tê qewimîn jî ev e. Lê li dijî tundî û zextê weke li Îrane azadîxwaz serî hildidin. Ji xwe berxwedana ji qetilkirina Mahsa Amînî vir ve dest pê kiriye li kolanên Îranê û zanîngehan berdewam dike. Li welatê me jî her roja ku diçe têkoşîna jinan bihêz dibe.  Jin li dijî zext, tundî, tacîz û xizaniyê têkoşîna xwe bi biryarî didomînin. Em jî ji bo tundiya li dijî jinan bi dawî bibe, weke perçeyekî vê têkoşînê, têkoşîna xwe bi biryarî didomînin.”

STENBOL

Meclîsa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) jî têkildarî 25’ê Mijdarê daxuyaniyeke nivîskî weşand. HDK’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Têkoşîna azadiyê ya jinan li hemû cîhanê ji Xwişkên Mîrabel heta Nagîhan Akarsel û Jîna Emînî bê navber didome wê bidome.”

SERHILDANA JINAN VEGUHERÎ BERXWEDANA GEL

HDK’ê di berdewama daxuyaniya xwe de wiha got: “Piştî qetilkirina Jîna ya li Îranê di serî de li Rojhilatê Kurdistanê pêla serhildan û şermezarkirinan li her derê Îranê belav bû. Serhildan û şermezarkirinên ku jin pêşengtiyê dikin a bi daxwaza azadî, wekhevî û edaletê veguherî berxwedana gel a mezin. Di heman demê de Endama Navenda Lêkolîna Jineolojiyê Nagîhan Akarsel, li Silêmaniyê di encama sûîkastê de hate qetilkirin. Ev êrîş ji têkoşîna azadiya jinan a li Rojhilata Navîn bilind dibe ne serbixwe ye. Em ê bi gotina ‘Piştevaniya Jinan Sînoran Nas Nake’ porê Jînayê bi pênûsê heqîqetê yê Nagîhanê re bikin yek û dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ ku li her derê cîhanê belavbûye serhildanê vediguherînin qêrîna xwe. Em 25’ê Mijdarê bi hemû piştavanî û serpêhatiya têkoşînê pêşwazî dikin. Em xwedî li nasname, laş, maf û jiyana xwe derdikevin. Bijî têkoşîna me ya azadiyê.”

ÎZMÎR

Di heman çarçoveyê de TJA û Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER) li pêşiya Girtîgeha Jinan a Şakranê daxuyanî dan. Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê û rêxistinê HDP’a Îzmîrê jî tev li daxuyaniyê bû. Her wiha malbatên girtiyan jî çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê bi tevlibûna daxuyaniyê pêk anîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Jin jiyan azadî li dijî faşîzm û qirkirina jinan dem dema azadiya jinê ye” hate vekirin. Her wiha beşdaran gelek caran dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Garîbe Gezer rûmeta me ye” û “Bila girtîgeh birûxin û azadî ji bo girtiyan” berz kirin. Her wiha jinan portreyên jinên hatine qetilkirin vekirin.

Daxuyanî ji hêla Hevseroka EGE TUHAYDER’ê Nîlay Guleser ve hat xwendin. Guleser, bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehan ên li dijî jinan û da zanîn ku hikûmeta AKP-MHP’ê hewl dide bi êşkenceyê vîna jinan têk bibe. Gulseren bi domdarî wiha got: “Lê belê nekarîn bi girtin, destgîrkirin û êşkenceyê vîna jinan têk bibin. Îcar jî serî li lêgerîna tazî û êşkenceyê dan. Wehşeteke wisa kirin ku jin neçar man dawî li jiyana xwe bînin. Garîbe Gezer mînake vê ya herî dilbisoj e. Em li vir bang dikin ku dê di 25’ê Mijdarê de bibin Nagihan û biherikin qadan. Em ê li dijî êşkenceyê dev ji birêxistinkirina serhildana xwe bernedin.”

Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.

Her wiha Komîsyona Jinan a Şaxên Genel-Îş a Îzmîrê jî li ber deriyê 9’ê Îlonê ya Kulturparkê daxuyanî da û bal kişand ser têkoşîna kedê ya jinan.