JKŞ: Berxwedana jinê wê dagirkerî û tundiyê têk bibe

Jinên Komunîst ên Şoreşger, bi boneya 25’ê Mijdarê daxuyaniyek nivîskî da û got: “Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî dagirkerî û tundiyê hemû qadan bikin eniyên berxwedanê. Divê hemû kolan bi dirûşmeya ‘Jin, jiyan, azadî‘ veguhere qada berxwedanê.“

Jinên Komunîst ên Şoreşger (JKŞ) bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navnetewî daxuyaniyek nivîskî da. KJŞ’ê di daxuyaniya xwe de hemû jinên li dijî tundî, zext û îstîsmarê li berxwe didin silav kir û got: “ Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî dagirkerî û tundiyê hemû qadan bikin eniyên berxwedanê.“

Daxuyaniya YKŞ’ê wiha ye:

“Dîsa em 25’ê Mijdarê di bin êrîşên dagirkeriyê yên berfireh de pêşwazî dikin. Li çar aliyê cîhanê karker, kedkar û jinên bindest li ser şopa xwişkên Mîrabel li dijî tundî, zext û îstîsmara li ser jinan dadikevin qadan. Weke Jinên Şoreşger ên Komunîst em jinên Kurd, Fars û Belûç ên li dijî rejîma Mela ya faşîst a serdest a mêr a li Rojhilatê Kurdistanê li berxwe didin û jinên li dijî tundî, şer û dagirkeriya mêran a li tevahiya cîhanê bi ruhê berxwedana Şoreşa Rojava silav dikin. Îro her ku diçe nakokiyên hêzên emperyalîst li her derê cîhanê kûrtir dibin û vediguhere şerê parçebûnê. Şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de weke şerê Rûsya-NATO didome. Krîza hebûnê ya pergala kapîtalîst a serdest a mêr di nava şert û mercên ku em tê de kûr dibe û di encamê de li her derê cîhanê şerên aborî û siyasî diqewimin.

Emperyalîst û mêtînger li gorî berjewendiyên xwe yên siyasî, aborî û leşkerî cîhanê dikin qada şer. Encama vê jî birçîbûn, xizanî, bêkarî û mirina karker, kedkar, gelên bindest, jin û ciwanan e. Zihniyeta serdest a mêr a ku kapîtalîzmê xwe li ser ava kiriye li hemû cîhanê jin û hemû zayendên bindest weke tundî, zext û qetlîam vedigere. Her roj bi sedhezaran jin ji çar aliyê cîhanê rastî şîdeta serdest a mêr tên, tên çewisandin û qetilkirin. Jinên ku ji bo mafên xwe yên siyasî, aborî û civakî ji bo wekheviyê têdikoşin, di bin zexta dewleta serdest a mêr de ne.

Têkoşîna jinan a li hemû cîhanê li dijî zîhniyeta mêrserwerî berdewam dike, ev serhildana jinan a li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi porê Jîna Emînî rejîma paşverû dişewitîne. Cewhera şoreşa me ya jinên Rojava ku kodên serdestiya mêr hilweşand, îro bûye ala di porê Jîna Emîn de bi dirûşmeyên ‘Jin, jiyan, azadî‘ li hemû cîhanê hîmên faşîzma serdest a mêr dihejîne.

Em jinên Rojavayî, Bakur û Rojhilatê  Sûriyeyê vê 25’ê Mijdarê bi êrîşên dagirker û emperyalîst ên dewleta Tirk a dagirker ku li hemû Rojava belav bûne pêşwazî dikin. Yek ji hedefên destpêkê yên van êrîşan weke her car îro jî şoreşa jinê ye. Hemû bajar, kolan, gund, cihên me yên sivîl, aborî, tenduristî û perwerdeyê di bin bombebarana dewleta Tirk a dagirker de ne. Şoreşa me bi piştgiriya hêzên emperyalîst ên wek Emerîka û Rûsyayê rastî êrîşên tunekirinê tê. Em baş dizanin ku jin ji tacîz heta destavêtin, revandin, êşkencekirin û kuştinê li herêmên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê yên weke Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî ve hatine dagirkirin, di çi jiyanê de ne. Heta roja me ya îro li van herêman bi hezaran jin hatin revandin, rastî êşkence, destavêtin, qetilkirin an jî di girtîgehan de hatin ragirtin. Armanca van êrîşên dagirkeriyê şikandina îradeya şoreşa me ya jinan û di heman demê de hilanîna tola DAÎŞ’a mêrperest a ku dijminê jinê ye. Îro dewleta Tirk a dagirker ku bi hinceta terorê êrîşî xak û şoreşa me dike, ji hilweşandin û şewitandina cihên sivîlan heta bikaranîna gaza fosforê bi kuştina bi dehan sivîl, şervan û rojnamevanan terora herî mezin pêk tîne. Îro jî serokê faşîst Erdogan ê ku fermana van êrîşan daye, piştî Hîtler, piştî dîktator Trujilo, wê weke terorîstê herî mezin têkeve dîrokê.

Rejîma qesrê ya faşîst a AKP-MHP’ê weke maleke herî mezin a terorê kete dîrokê û hêzên emperyalîst Emerîka û Rûsya ku her cure erêkirin û piştgirî dan van êrîşan, weke aktorên sereke careke din ketin dîrokê. Berpirsiyarê hemû sûcên dijmirovahî yên îro li vir tên kirin dîsa ev hêz in. Lê belê li hemberî vê yekê jin, gel, şoreşger, komunîst, ciwanên ku bi ruhê berxwedana Kobanê, Şoreşa Rojava diparêzin. Wê weke berxwedanên Kobanê, Efrîn û Serê Kaniyê bikevin nava dîroka berxwedana şoreşgerî ya gelan.  Yek ji hedefên êrîşên dewleta Tirk a dagirker, faşîst ku îro hemû qadên me bombebaran dike, şoreşa jinê û hêza pêşeng a ku tarîtiya DAÎŞ’ê têk biriye. Şoreşa jinê ya li Rojava îro kelha berxwedanê ya herî pêşketî ye ku desthilatdariya mêr têk biriye û jin kiriye desthilatdar. Ji ber vê jî di hedefa êrîşên bi vî rengî yên dagirkeriyê de ye. Îro em bang li hemû jinan dikin ku li dijî dagirkerî û tundiyê hemû qadan bikin eniyên berxwedanê.

Li dijî tundiya li ser jinê û tundiya dewleta mêr a serdest divê hemû kolan bi dirûşmeyên ‘Jin, jiyan, azadî‘ veguherîn qadên berxwedanê. Divê hemû jin li dijî tundî û dagirkeriya serdest a mêr çekên xweparastinê li xwe bikin. Em ji tecrûbeya 11 salan û hînkirina şoreşa xwe dizanin ku tu kes nikare gelê rêxistinkirî têk bibe. Ew hêza xweparastinê ya birêxistinkirî ya jinên rasteqîn ên serkeftî ye ku tarîtiya DAÎŞ’ê ya ku bi hezaran jinên Êzidî revandin, li bazarên koleyan firotin, tacîz û tecawiz li wan kir, têk bir. Îro careke din bi ruhê berxwedana Kobanê parastina şoreşa Rojava ya ku tevahî cîhan ji belaya DAÎŞ’ê xilas kir erka tevahî mirovahiyê ye. Dem ev dem e ku serhildana jinên Rojhilat ku cewhera xwe ji ruhê şoreşa jinên Rojava digire, bibe serhildana hemû jinan.

Em jinên Şoreşger ên Komunîst, careke din bi berz kirina dirûşman em ê heta dawiyê axa xwe, welatê xwe, bajarên xwe, xeta berxwedan û biryardariya Arîn, Saryas, Avesta, Barîn, Hevrîn, Zîlan û Raperînan biparêzin. Divê tevahî jin îro careke din li derdora şoreşa Rojava ya jin careke din bibin xelek.“