KBDH: Di 25’ê Mijdarê de em kolanan bikin çeperên şer

KBDH’ê bang li hemû jinan û nasnameyên zayendî yên bindest kir ku bila di 25’ê Mijdarê de kolanan bikin çeperên şer.

Konseya Giştî ya KBDH’ê derbarê 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîddeta Li Ser Jinan daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin

“Desthilatdariya faşîst a AKP/MHP’ê dema ku li ser gelê Kurd qirkirinê ferz dike, polîtîkaya xwe ya stewrkirina jinên Kurd jî nûjen dike. Dewleta baviksalarî ya mêr, ku ji çi û heta çawaniya jinan destwerdana her tiştî dike, bi hemû partiyên sîstemê re pêşbaziyê didomîne. Nefreta li dijî nasnameyên zayendî yên bindest weke şert û mercên pêşî li jinên serjêkirî ferz dike. Lê her çend ev hemû hewldan ji aliyê beşeke civakê ve tê kirin jî, jin li dijî xizanî, birçîbûn, koletî û desteserkirina destkeftiyên demokratîk li kolanan serî natewînin. Sîstema darazê ya mêr wê nikaribe jinên ji Tirkiye û Kurdistanê û nasnameyên zayendî yên bindest bêdeng bike. Alên binefşî, sor û keskesor wê gewriya dewleta heteroseksîst a baviksalarî bixeniqîne!

Piştî ku Jîna Mahsa Emînî ji aliyê hêzên rejîma melayên Îranê ve hate kuştin, berxwedana jinan û nasnameyên zayendî yên bindest tevî boykotên xwendekaran didome. Li Rojhilatê Kurdistanê esnafan dikanên xwe digrin. Li hemberî hêrsa mafdar a gel, bi taybetî ya jinan û nasnameyên zayendî yên bindest, rejîma mele bi her cure manîpulasyonên li gorî karakterê desthilatdariya mêr hewl dide têkoşînê pûç bike. Di êrîşên li ser girseya gel a ku kolan tijî kirin de bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan, hejmara windayan ne diyar e. Fermana dewleta baviksalarî çi li Îranê û çi li Tirkiyeyê bi heman zihniyet û argumanan êrîşên xwe didomîne. Lê belê li hemberî van êrîşan bersiva girseyên gel bi taybetî jin û nasnameyên zayendî yên bindest eşkere ye: Jin, Jiyan, Azadî!

Helbet jin û nasnameyên zayendî yên bindest ne tenê li Kurdistan, Îran û Tirkiyeyê, li Iraq, Filistîn û Afganîstanê, li hemû Rojhilata Navîn, Kafkasya û Balkanan, Asya, Amerîka, Ewropa û Afrîkayê jî berxwedana xwe didomîne. Li Meksîka, Arjantîn û Brezîlyayê jin û nasnameyên zayendî yên bindest ên ku li dijî hovîtiya ku ji aliyê emperyalîst ve tê destekkirin dadikevin kolanan. Li dijî êrîşên faşîst ên baviksalarî ku li hemû cîhanê zêde dibin, dengê azadî û şoreşê jî bilind dibe. Em KBDH vê 25’ê Mijdarê careke din silav dikin!

Dem hatiye ku jin û nasnameyên zayendî yên bindest biherikin çemê şoreşê, da ku bi cesareta azadiyê çirûska ku vê îradeyê afirandiye bibe agir! KBDH bi hêza ku ji nemiran distîne bi heman biryardarî û rêbazê berxwedan û têkoşînê didomîne. Di vê 25’ê Mijdarê de em bang li hemû jinan dikin ku bi dirûşma şoreşa jinê ji bo azadî û wekheviya nasnameyên zayendî yên bindest kolanan vegerînin çeperên berxwedanê.”