Têkoşîna jinan a ‘Jin, jiyan, azadî’ li Îspanyayê jî belav dibe

Di meşên 25’ê Mijdarê de li Îspanyayê wêneyên têkoşerên jin ên Kurd hatin hildan û di meşan de axaftinên ji bo piştgiriya têkoşîna Kurdistanê hatin kirin.

Li bajarên Zaragoza, Murcia, Alicante, Valencia, Barcelona, Lleida, Madrid û Gasteizê yên Îspanyayê de dei meşên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîddeta Li Ser Jinan de piştgiriya jinên Kurdistanê hate kirin û hate diyarkirin divê Kurdistan were parastin.

Li bajarê Katalonyayê jî de belavokên li ser salvegera şehadeta Sara, Rojbîn û Ronahî yên ku li Parîsê hatibûn qetilkirin hatine belavkirin û ji bo çalakiyên salvegera her sê jinên şoreşger banga çalakiyan hate kirin.

Li bajarê Gasteîz ê welatê Baskê jî jinên ji têkoşînên cihê li ser peyva ‘edaletê’ axivîn. Endama Navenda Jineolojiyê Nora Merino jî li vir axivî û got “Edalet wê bi Jin, jiyan û azadî ya bi têkoşîna jinên Kurdistanê wê were. Edalet bi azadkirina hezaran girtiyan, bi tolhildana Nagîhan, Sakîne, Jîna, Denîz, Delal û Nûjiyanan were. Edalet tê wateya parastina Kurdistanê.”