Dîmenên êşkencekirina li Garîbe Gezer derketin holê
Jinnewsê xwe gihand dîmenên êşkenceya ku li Garîbe Gezar hatî kirin ku li Girtîgeha Kandirayê hat qetilkirin.
Jinnewsê xwe gihand dîmenên êşkenceya ku li Garîbe Gezar hatî kirin ku li Girtîgeha Kandirayê hat qetilkirin.
Garîbe Gezer di sala 2016'an de li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê hat destgîrkirin û piştre hat girtin. Piştre sirgûnî 1'emîn Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê hat kirin. Piştî tecawiz û êşkenceya lê hat kirin, di 9'ê Kanûna 2021'ê de hat qetilkirin. Jinnewsê xwe gihand dîmenên êşkenceyê yên Garîbe Gezer. Piştî Garîbe hat qetilkirin demildest derbarê dosyaya wê de biryara nepeniyê hat dayîn.
Êşkenceyê ku li Garibeyê hat kirin di dîmenan de derket holê. Di dîmenên ajansa Jinnewsê xwe gihandê de gelek gardiyan û memûrên girtîgehê bi milên wê digirin û wê kaş dikin. Her wiha dema Garîbe tê kaşkirin qêrîna wê jî di kamerayan de tê bihîstin.
Parêzerên Garibeyê Eren Keskîn, Jiyan Kaya, Jiyan Tosûn û Elîf Taşdogen diyar kiribûn ku dosyaya derbarê Garîbeyê de hatibû vekirin, 11 meh şûnde bi encam bû. Parêzeren diyar kirin tevî ku delîl hebûn jî bi hinceta "delîl têra xwe nehat dîtin" derbarê dosyaya Garîbeyê de biryara neşopandinê hat dayîn. Parêzeran dan zanîn ew ê şopdarê dozê bin û ew ê serî li DMME’yê bidin.